Li Nepalê felsefeya Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin
Di Forûma Civakî ya Cîhanê ku li Nepalê hat lidarxistin de bal kişandin ser fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Navenda Nûçeyan- Forûma Civakî ya Cîhanê li paytexta Katmandû ya Nepalê di 15-19’ê Sibatê de bi beşdariya zêdeyî 1000 rêxistin, sendîka, tevger, zanîngeh û akademiyên alternatîf, navend, kom û kesên zêdeyî 98 welatan hat lidarxistin.
Roja yekemîn bi gotara vekirinê ji aliyê meclisa navnteweyî ya forûmê ve dest pê kir û piştre meşek hat lidarxistin. Di axaftinan de bal kişandin ser krîza cîhanê û beşdaran dirûşmên li dijî nijadperestî, zayendperestî û kapîtalîzmê berz kirin. Her rêxistin, tevger û komekê dirûşm û pankarta xwe û li ser krîza welatê xwe rakirin. Dirûşma hevpar jî ‘Cîhaneke din pêkan e’ bû.
Di meşê de jî wêneyên kampanyaya “Azadî ji Ocalan re” hatin bilindkirin û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat kirin.
Di 16, 17 û 18’ê Sibatê de rojane 300 panelên cuda li ser mijarên aborî, jîngeh, ewlekariya xurek, mafên kar, pirsgirêkên jinan, pevçûn û tundî, ewlehî, destpêşxeriya herêmî û lêgerîna çareseriya pirsgirêkan û gelek pirsgirêkan hatin lidarxistin.
Akademiya Jineolojiyê, Akademiya Modernîteya Demokratîk, Kongreya Star û Navenda Dîplomasiya Sivîl çar panel û ya pêncemîn jî bi dostên gelê Kurd re pêk anîn.
Di roja 16 mehê de dû panel bi beşdariya Akademiya Jineolojiyê, Akademiya Modernîteya Demokratîk, Tora Cîhanî ya Alternatîf, Kongreya Star, RedWeb û Zanîngeha Cîhanê li ser Demokrasiya Radîkal û Xweseriyê, Pratîka Niha û Perspektîfên Paşerojê hate lidarxistin.
Der barê azadiya jinan de nîqaş hatin pêşxistin
Panel ji du beşan pêk hat li ser aliyên teorîk û pratîk ên demokrasiya radîkal hat lidarxistin. Di panelan de rêgezên konfederalîzma demokratîk, demokrasiya radîkal û rasterast, ekolojî û azadiya jinan hatin nîqaşkirin, Jineolojî weke zanista modernîteya demokratîk û pêwîstiya pêşengiya jinan û rêxistinbûna xweser a di pêşxistina demokrasiya radîkal de hat destnîşankirin. Di vê beşê de behsa ezmûnên Kurdistanê bi taybetî Rojava, Chiapas û tevgerên Adivasî yên li Hindistanê hat kirin. Di rûniştina duyemîn gavên şênber ên çawaniya pêşxistin û xurtkirina demokrasiya radîkal hate nîqaşkirin.
Di roja duyemîn de Akademiya Modernîteya Demokratîk panelek bi taybetî li ser modernîteya demokratîk û modela konfederalîzma demokratîk pêşkêş kir. Di panelê de demokrasiya radîkal, ekolojî û azadiya jinê hate nîqaşkirin. Nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku ne tenê berxwedan, di heman demê de encama şoreşa ku bingeha wê azadiya jinê ye, ji bo gelên bindest û hemû kesên ku dixwazin pergalek demokratîk a alternatîf ava bike, hêviyek nû da ye.
Di panelê de beşdaran li ser têgînên netewe, dewlet, demokrasiya radîkal û civak çawa beşdarî avakirinê dibe, gengeşe kirin. Yên ji welatên Asyayê, bi taybetî welatên Başurê Asyayê, têgeha neteweya demokratîk weke alternatîfa feraseta netewe û konfederalîzma demokratîk weke sîstema xwerêveberiya civakê pirsîn.
Der barê Jineolojiyê de nîqaş hatin kirin
Di roja sêyemîn a Foruma Civakî ya Cîhanê de, Akademiya Jineolojiyê panelek li dar xist û li ser pirsên “Di sedsala 21’ê de çima pêwîstiya me bi şoreşa jinan heye? Çavkaniyên me çi ne û em ê çawa ava bikin?” Di panelê de geşedana teorîk û pratîk a tevgera jinên Kurd ku çavkaniya bingehîn a zanista jineolojiyê ye, hat nîqaşkirin.
Hat destnîşankirin ku jineolojî li ser esasê hişmendiya ku pirsgirêka azadiya jinan weke cewhera azadiya civakê bi pêş dikeve, heta piştî şoreşê nikare were paşxistin.
Di heman rojê de Kongreya Star û Navenda Dîplomasiya Sivîl panelek li ser Şoreşa Rojava û Şoreşa Jinê di pêvajoya ya 11 salên derbasbûyî li dar xist.
Di panelê de destkeftî, êrîş, xeterî û nirxên ku di encama êş, fedekarî û têkoşînê de hatine bidestxistin, hatin nîqaşkirin.
Pergala hevserokatî û destkeftiyên jinan ên li Rojava
Di panelê de modela xweseriya demokratîk, jiyana hevbeş a çandî û cihêrengiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li cîhanê bi Rojava tê naskirin û bûye hêvî û îlham ji bo tevgerên civakî yên cîhanê ye û niha li bin êrişên dewleta dagîrker a tirk de ye, bala beşdaran kişand.
Her wiha li ser xwe birêxistinkirina civakê bi şêwazên komîn û meclîsên herêmî, avakirina akademiyan û yekîneyên parastina jinan agahî hat dayin. Bi taybet bal hat kişandina ser modelên hevserokatiyê, pergala konfederal a jinan û destketiyên li Rojava. Di roja dawî ya Forûma Civakî ya Cîhanê de li qada sereke de 51 stand hatin vekirin û saziyên beşdarî forumê bûn, hatin ziyaretkirin.
Kampanyaya ji bo azadiya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan
Yek ji van standan jî ji bo agahdarkirina raya giştî ya li ser êrişên dewleta tirk ên li ser Kurdistanê û kampanyaya azadiya Rêberê Gelek Kurd Abdullah Ocalan bû. Hejmarek zêde ji beşdaran serdana standa Kurdistanê kirin û piştgiriya xwe ji bo azadiya Rêber Ocalan anîn ziman û li ser rewşa Kurdistanê û êrîşên dewletên dagirker bi taybet êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, Bakur û Başûr agahî wergirtin.
Roja piştî forumê, di 20’ê Sibatê de, civîneke nirxandinê hat lidarxistin û li ser gavên pêşerojê yên Foruma Civakî ya Cîhanê hatin nîqaşkirin û plansaziyên pêşerojê hatin danîn.