Li Myanmarê 12 milyon kes di bin xetereyê de ne

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ragihand ku di sala pêş de zêdetirî 12 mîlyon mirov li Myanmarê dê bi birçîbûneke giran re rû bi rû bimînin.

Navenda Nûçeyan – Bi milyonan kes li Myanmarê di şert û mercên krîtîk de dijîn û dibe ku ev yek bibe sedema birçîbûnê. Ger mudaxeleya mirovî ya bilez neyê peyda kirin, rewş dibe ku bibe sedema karesateke mirovî ya mezin û jiyana bi milyonan kesan bixe xeterê.

Bernameya Xwarinê ya Cîhanî (WFP) ragihand ku zêdetirî 12 mîlyon mirov li Myanmarê dê sala bê bi xetereya birçîbûnê re rû bi rû bimînin. Ev rewş bi zêdebûna tundûtûjiyê û pêla berfireh a koçberiya bi darê zorê hîn xirabtir dibe.

Bernameyê destnîşan kir ku bi qasî milyonek ji van kesan di asta birçîbûna akût de ne û ji ber vê yekê hewceyê piştgiriya jiyanê ne. WFP diyar kir ku ev krîz yek ji krîzên birçîbûnê yên herî xirab ên cîhanê ye û her weha yek ji wan krîzên herî kêm fînansekirî ye.

Myanmar yek ji krîzên mirovî yên herî giran ên cîhanê dijî. Şîdeta çekdarî, koçberiya bi darê zorê û hilweşîna aborî bi hev re zemînek berhemdar ji bo birçîbûna berfireh diafirînin. Bi mîlyonan kes ji ber kêmbûna alîkariya navneteweyî û sînordarkirina dabînkirina xwarinê bi gefa birçîbûnê re rû bi rû ne. Bi deh hezaran zarok û malbat di bin şert û mercên kêmbûna xwarinê ya giran de ji bo jiyanê têdikoşin. Ev krîz ne tenê êşa gelekî ku di navbera şer û xizaniyê de asê maye nîşan dide, lê di heman demê de qelsiya pergala mirovî ya cîhanî ya li hember krîzên dirêj û tevlihev jî nîşan dide.