Li Îranê cezayê girtîgehê û darvekirinê zêde dibe
Cezayên zîndanîkirinê yên dirêj û cezayên îdamê yên ku li girtiyên siyasî li Ehvazê hatine birîn, di nav rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî de dibin sedema fikaran.
Navenda Nûçeyan – Li Îranê, di demên dawî de cezayên zîndanîkirin û darvekirinê yên li dijî girtiyên siyasî, jin û kêmneteweyan zêde bûne. Rêxistinên mafên mirovan nîgeraniya xwe nîşan didin û van kiryaran wekî binpêkirineke eşkere ya pîvanên navneteweyî yên mafên mirovan dibînin.
Li gorî agahiyên ku ji rêxistinên mafên mirovan hatine wergirtin, Zeyneb Hezb Pur, hevjîna girtiyê siyasî Mesûd Cemî, ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, bi tohmeta "endamtiya di komên muxalif de" hatiye girtin û 15 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn. Zeyneb Hezb Pur bo beşa jinan a Girtîgeha Sepîdar a Ehvazê hatiye veguhastin.
Di heman çarçoveyê de, dadgeha şoreşê keça Mesûd Camî, Nahed Camî ya 24 salî, bi 12 sal cezayê girtîgehê mehkûm kir. Rêxistinên mafên mirovan fikarên xwe yên cidî li ser darizandineke adil anîn ziman û diyar kirin ku Nahed di dema darizandinê de mafê nûnertiya hiqûqî an parastineke serbixwe tune bû.
Li dijî nexweşiyên kronîk têkoşîn dike
Zeyneb Hezb Pur bi nexweşiyên kronîk ên wekî pençeşêra mîdeyê, pirsgirêkên kezebê û tansiyona bilind re têdikoşe. Çavkanî radigihînin ku rayedaran nêzîkî du salan nehiştine ku ew dermankirina taybetî werbigire, ev yek jî bûye sedema xirabûna tenduristiya wê û gihandina rewşa wê asteke krîtîk.
Pisporên mafên mirovan nîgeraniyeke kûr li ser van biryarên dadgehê li Xuzistanê nîşan dane û diyar kirine ku ew binpêkirinên sîstematîk ên li dijî çalakvan û welatiyên Ereb li Ehwazê nîşan didin. Wan destnîşan kirine ku di salên dawî de bi dehan doz li dijî çalakvanan hatine vekirin, ku di encamê de cezayên girtîgehê yên dirêj û cezayên mirinê hatine birîn. Di dozeke girîng de, 12 girtiyên siyasî yên Ereb şeş cezayên mirinê û zêdetirî 70 sal cezayê girtîgehê wergirtine, û di pêvajoya dadweriyê de bêserûberiyên cidî hatine ragihandin.