li Mexribê jinên xwedî pêdiviyên taybet rastî cudakariyê tên
Rêxistina Mexribî ya Mafên Jinên Xwedî Pêdiviyên Taybet balkişand ser valahiya berfireh a di navbera çarçoveya qanûnî ya pêşketî û rastiya aktîvkirina mafên kesên astengdar de û ragihand ku bi taybetî jin mexdûr dibin.
Mexrib – Tevî ku Mexribê ji bo parastina mafên kesên astengdar zagonek yasayî ya pêşketî erê kiriye jî, rastiya rojane hîn di navbera metnên yasayî û sepandina wan a rastîn de valahiyek nîgeranker nîşan dide. Tevî ku ev qanûn wekhevî û derfetên wekhev tekez dikin jî, di pratîkê de hîn jî pirsgirêk hene.
Li Mexribê derxistin û zehmetiya gihîştina xizmetên bingehîn ji bo kesên astengdar rojane dibe sedema dijwariyekê. Her wiha di garantîkirina mafên wan û baştirkirina şert û mercên jiyana wan de pirsên li ser bandora polîtîkayên giştî derdixe holê. Di vê çarçoveyê de, Rêxistina Mafên Jinên Xwedî Pêdîviyên Taybet a Mexribê duh, daxuyaniyekê ku bi boneya Roja Neteweyî ya Kesên Xwedî Pêdîviyên Taybet a her sal di 30’ê Adarê de tê pîrozkirin, weşand. Rêxistinê, balkişand ser valahiya berdewam a di navbera çarçoveya qanûnî ya pêşketî ya li Mexribê û sepandina rastîn a van xalan de, bi taybetî jî di derbarê mafên jinan de.
Rêxistinê bi bîr xist ku Mexribê, Destûra Bingehîn a 2011’an û Qanûna Çarçove 97.13 pejirandiye. Rêxistinê, da zanîn ku tevî vê yekê jî, ji bilî pejirandina Peymana Navneteweyî ya ku Mafên Kesên Astengdar di nav xwe de digire, hîn jî bi nehevsengiyên avahîsaziyê re rû bi rû ye. Rêxistinê ragihand ku ev jî, rê li ber garantîkirina mafên bingehîn ên vê komê digire.
Nîşaneyên derxistina piralî
Li gorî Anketa Neteweyî ya Astengdariyê ya 2014’an, kesên astengdar bi qasî ji sedî 6.8 tevahiya nifûsê pêk tînin, lê ev kom hîn jî ji dûrketina avahîsazî ya piralî dikşîne.
Di qada perwerdeyê de, raporê destnîşan kir ku ji sedî 60’î zêdetir zarokên kêmendam, li derveyî pergala perwerdehiyê ne. Di heman demê de rêjeya qeydkirina dibistanê ji sedî 40 derbas nabe, rêjeyên derxistinê yên bilindtir di nav keçan de hatine tomarkirin. Di encamê de rêjeyên nexwendinê ji sedî 60’î derbas dibin û di nav jinan de hîn bilindtir dibin.
Lawaziya aborî û lêçûnên zêde
Di asta aborî de, heman çavkaniyê ragihand ku rêjeya çalakiyê di nav kesên astengdar de ji sedî 13’yî derbas nabe, rêjeyên bêkariyê li gorî yên din ên civakê bilind in. Rêxistinê bal kişand ser sûdwergirtina sînorkirî ya ji pergalên parastina civakî, berovajî lêçûna bilind a seqetiyê ya têkildarî dermankirinê, amûrên alîkar û tevgerê. Rêxistinê da zanîn ku ev jî dibe ku di navbera ji sedî 20-40’ê dahata malbatê de temsîl bike, ev kom ji bo lawazî û xizaniyê bêtir xeternak dike.
Jinên xwedî pêdiviyên taybet rastî cudakariya dualî tên
Raporê rewşa jinên xwedî pêdiviyên taybet ronî kir û destnîşan kir ku ew bi cudakariya çandî re rû bi rû ne. Raporê ragihand ku ji tundiyê, tevî tundiya zayendî bêtir bêparastin in û di hêla gihîştina mekanîzmayên ragihandin û parastinê de zehmetiyan dikşînin. Her wiha bal kişand ser berdewamiya stereotîpên neyînî ku beşdariya wan di jiyana giştî de sînordar dikin.
Rêxistinê eşkare kir ku gihîştina edaletê ji ber nebûna çareseriyên maqûl, kêmbûna xizmetên şîrovekirina bi zimanê îşaretan û nebaşbûna cîh û prosedurên dadgehê hîn jî sînordar e. Gihîştina nebaş a agahdariyê, bi taybetî di formatên gihîştî de jî, astengiyeke din a li pêşiya bikaranîna mafan e.
Di asta beşdariya siyasî, aborî û civakî de, raporê qelsiyek di temsîlkirina kesên astengdar, bi taybetî jinan a di nav saziyên hilbijartî, meqameyên biryardanê û bazara kar de, destnîşan kir.
Bangek ji bo aktîvkirina erkan
Di daxuyaniya xwe de, rêxistinê daxwaza aktîvkirina tavilê ya pêdiviyên destûrî û yasayî yên têkildar di çarçoveya nêzîkatiyek berfireh a li ser bingeha mafan de, bi garantîkirina perwerdehiya tevlîhev, xurtkirina polîtîkayên kedê û berfirehkirina parastina civakî kir. Pêwîstiya parastina jin û keçên astengdar ji hemî cûreyên tundiyê, xurtkirina mekanîzmayên ragihandin û piştgiriyê û mîsogerkirina gihîştina edalet û agahdariyê bi formatên gihîştî, tekez kir.