Sûdan yek ji krîzên mirovî yên xirab ên cîhanê dijî

Raporên meydanî piştrast dikin ku zêdebûna êrîşên bi balafirên bêmirov li Sûdanê êşa sivîlan û hejmara kuştiyan zêde dike, her wiha ji ber şerên berdewam ên di navbera artêşê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de bi hezaran malbatan neçarî koçberiyê kirine.

Navenda Nûçeyan – Di nav berfirehbûna pevçûnan û hilweşîna xizmetên bingehîn de, her wiha ji ber xirabbûna reşwa ewlehiyê, hişyariyên li ser rewşa mirovî ya xirab zêdetir dibin. Sûdan şahidiya pêleke tundiyê ya berbiçav a zêde dike, ku êşa sivîlan li gelek eyaletan kûrtir dike.

Rêxistina Bijîşkên Sînornenas ragihand ku êrîşên bi balafirên bêmirov li seranserê Sûdanê bi awayekî zêde deverên sivîlan dikin hedef. Rêxistinê destnîşan kir ku Nexweşxaneya Perwerdehiyê ya Zayînê yek ji wan çend saziyên tenduristiyê yên li Eyaleta Darfûra Navîn a rojavayê Sûdanê yên li ser kar mayî ye. Rêxistinê da zanîn ku ji ber van êrîşan ev nexweşxane, gelek birîndaran digre.

‘Tîmên tenduristiyê bi dijwariyên şer re rûbirû ne’

Rêxistinê rave kir ku tîmên wê gava ku gelek mexdûr dighîjin, planên awarte çalak dikin, da ku rewşan binirxînin û dermankirina yên herî giran, beriya yên din bikin. Her wiha bal kişand ser giraniya tundiya zêdebûyî ya li Sûdanê û dijwariyên ku tîmên bijîşkî yên li qadê dixebitin pê re rû bi rû dimînin.

‘Pevçûnên eşîrî bûne sedema kuştina bi sedan jin û zarokan’

Serokê rêxistinên civaka sivîl ên Sûdanê ragihand ku pevçûnên eşîrî yên li Darfûr û Kordofanê li Darfûrê bûne sedema kuştina bi sedan jin û zarokan.

Pêlên koçberiyê yên berdewam

Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) eşkere kir ku pêlên koçberiyê li Eyaleta Kordofana Başûr a başûrê Sûdanê, berdewam dikin. Rêxistinê destnîşan kir ku ku di du rojên borî de 385 kes ji ber pevçûnên nû yên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn de neçar man ku malên xwe biterikînin. IOM’ê ragihand ku koçber ji ber rewşa ewlehiyê ya xirabtir, terka bajarên Kaduqlî û Dîllinc, her wiha gundên nêzîkî bajarê Hebîla dane.

Rêxistinê zêde kir ku di navbera 28 û 30’ê Gulanê de, di nav aloziyên leşkerî yên li herêmê de, du hezar û 245 kes ji Kordofana Başûr koçber bûne. Li gorî serjimêriya herî dawî ya ku di Sibata borî de hat weşandin, ji 15’ê Cotmeha 2025’an vir ve hejmara koçberên ji sê eyaletên Kordofanê (Bakur, Rojava û Başûr), ji132 hezarî derbas kiriye.

Sûdan yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên di cîhanê de dijî

Eyaletên Kordofanê, ligel Darfûr û herêma Nîla Şîn, şahidê pevçûnên berdewam ên di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn dikin. Ji destpêka pevçûnên di navbera her du aliyan de ya di Nîsana 2023’an de, ji ber nakokiyên li ser yekbûna hêzan, Sûdan yek ji krîzên mirovî yên herî xirab ên cîhanê dijî, bi deh hezaran kuştî û hejmara kesên bêwar û penaberan gihîştiye nêzîkî 13 milyon kesan.