Li Mexmûrê pêşbirka lîstokên gelêrî bi dawî bû

Pêşbirka lîstokên gelêrî yên ku ji aliyê Tevgera TEV-ÇAND û Ciwanan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku hatibû destpêkirin, şevê din bi dawî bû.

Mexmûr - Pêşbirka lîstokên gelêrî ya bi dirûşmeya ‘Çanda me hebûna me ye, werin em çanda xwe bijîn’ ku ji aliyê Tevgera TEV-ÇAND û Ciwanan a wargeha penaberan a Mexmûrê ku di 12’ê mehê de hat destpêkirin, şevê din bi lîstina pêşbirkên kêlanê, şelîtkêşan û mendîl hat bi dawî kirin. Piştî pêşbirkan kesên ku di pêşbirkan de biserketine diyariyên xwe wergirtin.

Yek ji endamên Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê Eynas Kar ku di komîteya amedekar ya pêşbirkê de cih digre, di derbarê armanca lidarxistina pêşbirkan de ji ajansa me re axivî.

‘Armanc ew bu ku em çanda xwe bidin jiyanîkirin’

Eynas Kar diyarkir ku armanca li darxistina pêşbirkê ew bu ku pêşbirkên gelêrî dinava civakê de bidin zindî kirin û got: “Me xwest çanda xwe ya demên berê bidomînin û hewayek cuda dinava wargehê de bidin avakirin. Ev yek ji aliyê gel ve jî baş hat pêşwazî kirin û ev ji bo me jî keyfxweşiyeke. Wek tevgera ciwanan û TEV-ÇAND’ê me xwest çalakiyek wiha lidarbixin. Armanca me jî ew bu ku hem zarok hem ciwan hem jî kesên bi temen xwe di nav de bibînin û çanda xwe bidin jiyanîkirin. Lîstokên me du şev berdewamkirin. Lîstokên wek şelîtkêşan, kêlanê, birre û lîstokên din ên kevnar bûn.”

Eynas Kar qala lîstina lîstoka birre kir û wiha got: “Birre lîstokek me ya kevnar e û di lîstoka birre de du grub hene, yek gruba ku qeleyê diparêze ya din jî ya êriş dike. Me jî xwest vê lîstokê bidin pêş ku hem zarokên me hem jî ciwanên me fêr bibin. Lîstokên me wek berê nayên lîstin me jî xwest bivê çalakiyê lîstokên xwe yên kevnar bidin pêş û herkes dinav de xwe bibîne û fêr bibin.”