Li Mexmûrê Newroza yêkitî û azadiyê
Li wargeha penaberan a Mexmûrê cejna Newrozê bi coşek mezin hat pîrozkirin. Qada Newrozê bi rengên alaya Kurdistanê hatibû xemlandin.
Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr), cejna Newrozê bi kelecaneke mezin hat pîrozkirin. Danê nîvro tevayî xwendekar û gelê wargehê, bi kincên xwe yên neteweyî û bi rengên kesk, sor û zer ber bi qada pîrozbahiyê ve herikîn. Qada Newrozê bi al û wêneyên rêberên têkoşîna azadiya Kurdistan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû xemlandin.
Pîrozbahî li Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtinê destpêkir. Piştî deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên azadiya Kurdistanê, agirê Newrozê hat dadan. Piştî pêxistina agirê Newrozê ji bo girîngiya rojê Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Fîlîz Budak axivî û cejna Newrozê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevayî şervanên azadiyê pîroz kir.
Piştî axaftinên li ser girîngiya rojê, koma Çand û Hunera Mexmûr û Stêra Zêrîn derket ser dikê û stranên xwe pêşkêşî gel kirin. Piştre koma Hevre ya ku ji Bakurê Kurdistanê berê xwe dabû Mexmûrê stranên xwe gotin û gel li ber stranên wan govendê gerandin. Herî dawî jî hunermend Aylîn Demîrkaya derket ser dikê û şahî bi gerandina govendê dawî bû.