Li Mexmûrê ji bo bîranîna Denîz Çiya pêşengeh hat vekirin
Atolyeya Mona Lîsa ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo bîranîna Denîz Çiya ku di dema êrîşên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê jiyana xwe ji dest da, pêşengeha wêneyan li dar xist.
Mexmûr – Atolyeya Mona Lîsa ya li wargeha penaberan a şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo bîranîna şehîd Denîz Çiya ku di dema êrîşên Heyet Tehrîr El Şam ên li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ya Helebê jiyana xwe ji dest dabû her wiha ji bo pakrewanên vê dawiyê yên şêrê li Rojavayê Kurdistanê pêşangeha wêneyan vekir.
Beriya vekirina pêşengehê ji bo tevahî pakrewanên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê Amara Bulut axaftina vêkirina kir.
Amara Bulut di axaftina vekirinê de pêşengehê li gelê Kurd, Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevahî şehîdên Kurdistanê pîroz kir û pêşengeh diyarî Denîz Çiya kir.