Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 87’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, bi dewirgirtina koma 87’emîn û bi biryardariyek xurt didome.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 87'emîn û bi biryardariyek xurt didome.

Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 86’emîn Doza Kara daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Weke tê zanîn ev nêzî 26 sal in Rêber Apo komployekî navnetewî dîl hatiye girtin. Ji hemû mafên girtiyan bêpar tê hiştin û ev 4 sal in di bin tecrîdek girankirî de ye. Dewleta Tirk û hevkarên wî yên komploger dixwazin Rêber Apo ji gelan qutbikin û ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirsin. Ew baş dizanin ku Pradîgmaya Rêber Apo çareseriya hemû pirsgirêkên civakiye û alternatîfa moderniyeta kapîtalîst e. Konfederalîzma demokratîk, Netewa demokratîk û xweseriya demokratîk wê pergala desthilatdarî, dagirkerî û qirker hilweşîne, ji hemû civakên bindest re aştî, aramî, wekhevî û azadiyê bine û xeta jina azad wê bi afirîne û dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemû cîhanê belav bibe.

‘Rêbertiya me îradeya me ye’

Bivê boneyê em bang li hemû sosyolîst, demokrat û azadîxwazan dikin ku werin em li hemberî pergala qirker têkoşîne xurtbikin û Rêbertiya xwe azad bikin. Rêbertiya me îradeya me ye. Ger Rêber Apo azad bibe, em ê jî azad bibin. Bi azadiya Rêber Apo wê civak û mirovahî jî azad bibe.”

Merasîm bi dewirgirtina koma 87’emîn û bi dirûşmeyan dawî bû.