WHO: Li Lubnanê ji ber êrişan sîstema tendirûstiyê lewaz bûye

Dîrektorê Giştî yê Rêxistina tendirûstiya Cîhanê (WHO) der barê êrişên Îsrailê ên li ser Lubnanê peyamek parve kir û got: “Sîstema tendirûstiyê ji ber krîzên tê jiyîn lewaz bûye û ji heqderketina pêwîstiyên mezin zehmetiyan dikşînin.”

Navenda Nûçeyan- Êrişên Îsrailê li ser Lubnanê berdewam dike, Dîrektorê Giştî yê Rêxistina tendirûstiya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus der barê zehmetiyên ku sîstema tendirûstiyê ya Lubnanê di nav de ye li ser hesabê xwe ya medyaya dijîtal peyamek parve kir.

Tedros Adhanom Ghebreyesus, diyarkir ku li Lubnanê hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane zêde dibe û got: “Nexweşxane ji nexweşên birîndar tijî bûne. Sîstema tendirûstiyê ji ber krîzên ku li pey hev lewaz bûye û ji heqderketina pêwîstiyên mezin de zehmetiyan dikşînin.”

Dîrektorê Giştî yê WHO ji bo hevdîtina rewşa tendirûstiya Lubnanê û herêmê li Cenevre bi sefîrên welatên Yekitiya Ereban re hatine ba hev, ragihand ku ji bo nexweşan, xebatkarên tendirûstiyê û koçber jî di nav de parastina sivîlan û pêşkêşkirina xizmetên tendirûstiyê yên pêwîstî pê heye gihane mutabaqayê.

Tedros Adhanom Ghebreyesus diyarkir ku WHO bi Wezareta Tendirûstiya Lubnanê re bi awayek koordîne dixebitin, pêwîstî bi  zêdetir alîkariyê heye û mudaxeleyên li beramberî nexweşan zêde kirin e.

Tedros Adhanom Ghebreyesus wiha got: “Pêwîstiya gelê Lubnan, Xeza Îsrail û hemû Rojhilata Navîn aştî ye. Ji bo pêşîlêgirtina hê zêdetir windahî û êşan divê tundî bi dawî bibe. Zêdebûna şer wê ji bo herêmê encamên felaket bi xwere bîne. Dermanê herî baş aştiye.”

Di êrişan de 1328 kesan jiyana xwe ji dest dane

Li gorî daxuyaniya rayedarên Lubnanê, ji 17ê Îlonê û vir ve ku cîhazên ragihandinê yên Hizbullahê bi kar dianîn, li wî welatî 1328 kesan jiyana xwe ji dest dane ku ji wan 104 zarok û 194 jin in.