Li Lubnanê 8 karsazên jin bi boneya 8'ê Adarê hatin xelatkirin

Bi boneya Roja Jinan a Cîhanê, rêxistina 'Diane' di duyemîn gera xwe ya pîrozbahiya salane de 8 karsazên jin di warê jîngeh û domdariyê de xelat kir.

SÛZAN EBÛ SEÎD

Lubnan – Rêxistina 'Diane' ji bo ku balê bikşîne ser jinên karsaz û piştevanî û lênêrîna wan bike, dixebite. Rêxistina 'Diane' bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê duyemîn pîrozbahiya xwe ya salane li dar xist. Di şahiyê de ji 60 beşdarên di warê jîngeh û domdariyê de 8 karsazên jin bi serketin. Ji her sê serkeftiyên destpêkê re xelatek diravî hate dayîn û ji 5 jinên din re jî bawername hate dayîn.

Jinên ku pêşbirka Woman For Green a sala 2025'an de bi projeyên xwe yên curbicur di qadên jiyanî de bi serketine ev in; Hîba Mexayîl, Lewana Melaêb, Nisrîn Tirkî, Rîn Metlec, Dewrîs Şeîa, Maryan Yûnis, Daliya Eyaş û Rana El-Şamîtlî ye.

'Em dixwazin jin projeyên xwe berfirehtir bikin'

Seroka rêxistina 'Diane' Diyane Fatêl bal kişand ser armancên wan ji vê şahiyê û xelatkirina karsazên jin û wiha got: "Me bi riya vê şahiyê bal kişand ser projeyên jinan û danasîna wan ji civakê re. Her wiha em hewl didin torek di nava jinên afirîner de ava bikin ku bi riya wan bikaribin bêtir projeyên xwe berfirehtir bikin."

'Gelek bi wate ye'

Hîba Mexayîl ku asta destpêkê di pêşbirkê de bi dest xistiye dibêje: “Ji bo belavkirina hişyarbûnê di nava civakê de bi taybetî di gundan de me dest bi xebatê kir. Derbarê hişiyarbûna avêtina çopê de gel tê hişiyarkirin. Em der barê projeyên xwe hati xelatkirin. Bi taybetî jî ez weke dayîk di Roja Jinan a Cîhanê de li ser xebatên xwe de hatim xelatkirin ji bo min gelek bi wate ye."

'Amûrên paqijiyê yên xwezayî çêdikin'

Lewana Melaêb a xwelatê wergirt jî bal kişand ser projeya xwe û got: "Beriya 4 salan min kampanyek bi navê Clear Space avakir, ew jî bû markek ji bo amûrên paqijiyê yên xwezayî bi navê Natural Products ku ji zeytê zeytûnan pêdîviyên paqijiyê tên çêkirin."

'Makîneyek bi navê Inernet Of Trees kişif kir'

Nisrîn Tirkî jî dest nîşanî projeya xwe di warê çandiniyê de kir û got: “Me makîneyek bi navê Inernet Of Trees kişif kir û ew danîn baxçeyê da ku hewcedariyên darê zanibe. Bi riya vê makîneyê em weke kedkarên di qada çandiniyê de pêwîstiyên daran nas kir. Eger dar ji kêzikan re bibe xeterek potansiyel, makîne ji me re dibêje beriya ku kêzik xwe bighînin darê û li ser vê bingehê em darê ji xeteriyê kêzikan diparêzin."