Li Laziqiyeyê jinek hat qetilkirin

Li bajarê Laziqiyeyê ya di bin kontrola HTŞ’ê ya cîhadîst de ye, jinek hat qetilkirin.

Navenda Nûçeyan – Li herêma Meşrû Yasîn (Projeya Yasîn) a bajarê Laziqiye yê di bin kontrola HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El-Şam) ya cîhadîst de ye jinek ji aliyê dizekî ve bi amûrekî tûj hate kuştin û hevjînê birîndar bû. 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku diz dema hewl dida bireve ji ser avahiyeke bilind a nêzî mala ku didizî, ket xwarê û jiyana xwe ji dest da.

SOHR’ê aşkera kir ku jina hatî kuştin, ji herêma Çiyayê El Ekrad ê Laziqiyeyê ye. Hevjînê wê jî li nexweşxaneyê tê dermankirin.

Bûyerên kuştinê zêde bûne

SOHR’ê da zanîn ku ji destpêka 2025’an ve, bûyerên kuştinê zêde bûne, heta niha 286 bûyerên kuştinê û êrişên çekdarî li bajarên cuda yên Sûriyeyê pêk hatine. Di encamê de 320 kes hatiye kuştin. Jê 46 jin û 25 zarok in.