Li Laziqiyê teqîn: 16 kes jiyana xwe ji dest dan

Li gorî bîlançoya nû, hejmara kuştiyên teqîna duh a li bajarê Laziqiyê rû dabû, gihîşt 16.

Navenda Nûçeyan – Duh li taxa Remil ya başûrê bajarê Laziqiyê ya Sûriyeyê teqîneke mezin rû da. Çavkaniyan diyar kiribûn ku teqîn ji ber moşeka ku li hundirê depoyeke komkirina bermahiyan de pêk hatiye.

Li gorî bîlançoya ku SOHR’ê duh parve kiribû, di encama teqînê de 5 kes hatine kuştin û 14 jî birîndar bûne. Hat diyar kirin ku hejmara kuştiyan bûye 16 ku di nav de 5 jin û 5 zarok hene.