Ji bo Helebceyê 5 deqe rêz hat girtin
Di salvegera 37’emîn ya komkujiya Helebceyê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 deqeyan rawestiyan.

Til Temir – Bi boneya 37’emîn salvegera komkujiya Helebceyê ya Başurê Kurdistanê ku ji aliyê rejîma Baasê ve hat kirin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 5 deqe jiyan rawestiya.
Pêkhateyên bajarê Til Temir yê Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji bo bîranîna qurbaniyên komkujiya Helebceyê li ber Meclisa Malbatên Şehîdan 5 deqeyan rêz girtin. Jinên ji bajarê Til Temirê komkujiyê şermezar kirin û helwesta xwe anîn ziman.
‘Li Serêkaniyê û li çiyayên Kurdistanê çekên xedeqe hatin bikar anîn’
Hevseroka Meclisa bajarê Til Temirê Gulîxan Sofî got ku dîroka 16’ê Adara 1988’an ango komkujiya Helebceyê di dîroka gelê Kurd de rojeke ku qet nayê jibîrkirin e û wiha dewam kir: “Sedsala 20’an li dijî gelê Kurd sedsaleke ku gelek komkujî û hewldanên qirkirinê hatin kirin. Ev komkujî û pilanên qirkirinê yên hatin amadekirin û pêkanîn, bê guman tîfaqên ku bi destên hêzên navneteweyî hatine rêstin. Tevî ku em ji sedsaleke qirkirinê derbasî sedsaleke azadiyê dibin, lê hîn jî tîfaqên ku li ser qirkirina gelan tên çêkirin, didome. Taybet bikaranîna çekên kîmyesal, ev çek hem li Helebceyê hem jî li herêmên Parastina Medyayê û îro li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî li bajarê Serêkaniyê hatin bikaranîn. Lê îro komkujiyên bixwîn li dijî gelan tê pêkanîn. Fermana 3’ê Tebaxa 2014’an me dît çi li Şengal qawemî, jin çawa di bazaran de hatin firotin û îro jî komkujiya ku li Laziqiyê û Cebla çêbû ku zêdetirî hezarek Elewî hatin qetilkirin."
‘Pêwistî bi wekhevî û demokrasiyê heye’
Gulîxan Sofî daxwaza aşkerekirina kesên ku li peyî van komkujiyan in û daxwaza naskirina komkujiya Helebcayê kirin û wiha qala girîngiya pêvajoyê û tiştên ku tên xwestin ku bibe da ku rê li ber komkujiyan were girtin kir: “Eger heta niha em di komkujî û qirkirinan re derbas dibin, ev tê wê wateyê ku pêwîstî bi wekhevî û demokrasiyê heye. Ji ber gelê ku rastî qirkirinan tê naqedin, her jîn dibin û di serî de jî gelê Kurd. Em bi hêvî ne ku sedsala 21’an bibe sedsala azadî û demokrasiyê, sedsala pêkanîna aştiyê û avakirina civakeke demokratîk. Ev yek jî bi rawestandina komkujiyan û bikaranîna çekan pêkan dibe. Ji ber gel namire, doza azadiyê nayê kuştin. Divê ku hêzên navdewletî bikaranîna çekên kîmyesal û komkujiyên li dijî gelan qedexe bikin û welatên ku van komkujiyan pêk tînin jî bi awayên zagonî ceza bikin.”
‘Êriş berdewamiya qirkirin û komkujiyan e’
Rêvebera Rêveberiya Dibistanên Til Temirê jî Eyhan Yûnif got ku doza Helebceyê wê neyê jibîr kirin û ji bo naskirina wê jî wê her wê bibîr bînin û wiha dom kir: “Eger difikirin bi komkujiya Helebceyê re doza gelê Kurd kuştin, wê pir şaş bin ji ber Gelê Kurd her jîn dibe, nakeve û naqede û doza wî ya azadiyê jî nayê kuştin. Em Enfal û jinên Şengalê jî jibîr nakin, li dijî jin û zarokan pilanên sîstematîk yên qirkirinê tên pêkanîn, di serî de jî em hêzên navneteweyî şermezar dikin ku ew jî di nav qirkirina Gelê Kurd de cih digrin. Êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ji komkujiya Helebceyê ne qut e û di bingeh de berdewamiya wê qirkirinê ye.”
‘Serhildan çare ye’
Eyhan Yûnis da zanîn ku pêwîstî bi serihildana gel li dijî sîstemên desthilatdar û kapîtalîst heye da ku êrîş werin rawestandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di nav gelên Rojhilata Navîn de gelê Kurd ê herî serhilder e ku şoreş jî pêkanîn, lê pêwîste ku giştî gel û netewên wê li dijî sîstema desthilatdar serî hildin. Em hêza xwe ji fikr û ramanên Rêber Abdullah Ocalan digrin ku heta roja îro berxwedana me didome. Fikr û felsefeya Rêber Apo ne tenê gelê kurd ereb, suryan û çerkes û tevahî gelan diparêze. Ji lewra Kurdên pêşengtiya berxwedanê dikin, wê azadiyê ji xwe û giştî gelên din û jinên cîhanê re jî dabîn bikin.”