Li Koye pirtûkên jinan hat nasîn
Nermîn Osman a li pirtûka wê hat nasîn bi gotinên; “Pêwistiya jinan du qat zêdetir ji mêran bi xwendinê heye” da zanîn ku ji ber ew astegiyên li pêşiya jinan du sê qat zêdetir in divê jin mafên xwe biparêzin.”

ŞIYA KOYE
Koye – Di 8’ê Tîrmeha 2025’an de Rêxistina Rewşenbîrên Koye çalakiyek taybet ji bo danasîna pirtûka nivîskar û çavdêra siyasî Nermîn Osman a bi navê ‘Salên agir û befir’ li dar xist. Gelek kesên nivîskar û lêkolîner beşdar bûn.
Nermîn Osman têkildarî berhama xwe wiha got: “Ev pirtûk yek ji berhemên min e û heta niha min 36 pirtûk derxistine hê hinek nehatine çapkirin. Pirtûka bi navê ‘Agir û befir’ biranînên Mam Celal e. Beşek ji hevpeyvîn û hinek biranîn in, her dem piştevaniya jinan dikir.”
‘Divê jin bixwînin’
Nermîn Osman da zanîn ku divê jin bixwînin û got: “Piraniya pirtûkên min taybet der barê jinan de ye, ji ber ez bi xwe wezîra jinan bû û weke jinekê dizanim astengiyên jinan çi ne. Mijarên min têkildarî jin, aboriya jin, siyasetê ne. Sernivîsa kovara Nêrgiz bûm ku bi taybetî ya jinan bû. Jinek weke endamek civakê divê fikrên wê hebin û di nava civakê de û fikir û hestên xwe bîne ziman. Ji ber wê girîng e ku bi riya nivîs û hevpeyvînan dikarin hest û fikrên xwe bînin ziman. Bi wê jî guherîn çêdibe. Pêwistiya jinan du sê qat ji mêran bi xwendinê heye. Ji ber ew astengiyên li hemberî mêran heye, du sê qat li hemberî jinan heye. Ji bo wê divê jin binivîsînin û bixwînin, da ku mafên xwe biparêzin.”
‘Bi kêfxweşî me nasandina pirtûkê kir’
Endama Rêxistina Rewşenbîrên Koye Aske Cehfer wiha got: “Çalakiya me ya vê carê ji bo danasîna pirtûka xanim Nermîn Osmane ya bi navê ‘Agir û befir’ bû. Bi vê berhemek din li pirtûkxaneya Kurdî zêde bû. Ev berhemek taybet e bi kêfxweşî me ev pirtûk da nasîn û ket ber destên xwendevanan.”