Biryara girtina serokên Talîbanê gelo hêviyek e an lîstokek siyasî?
Biryara girtinê ya Dadgeha Cezayê Navneteweyî ya der barê Molla Hîbatullah û Ebdulhakîm Hakkanî de, bi taybetî jinan di nava gelê Efganistanê de hem hêvî hem jî gûmanek ava kir. Gelo ev yek gavek ji bo edaletê an lîstokek nû ya siyasî ye?

BEHARAN LEHÎB
Efganistan – Dadgeha Cezayê Navneteweyî derbarê Rêber Molla Hîbatullah û Serok Ebdulhakîm Hakkanî de, biryara girtinê da. Biryarê bi taybetî di nav jinan, bi giştî di nav gelê Efganistanê de hem hêvî hem jî gûman ava kir. Efganistan, piştî 30 salên di nava salên 1978-2002 derbas bû de, bi şer, sûc û binpêkirinên mafên mirovan û jinan hejiyabû. Di 7’ê Cotmeha 2001’an de bi mudaxaleya DYE’yê re, ji bo kesên xizmên xwe winda kirin, ji bo bicîhanîna edaletê, şewqek hêviyek ava bû.
Aktîvîstên civaka sivîl, têgeha “edaleta heyama derbasbûnê” anîn rojevê
Di sala 1966’yan de piştî civîna li bajarê Bonnê ya li Elmanyayê, ji bo Komîsyona Serbixwe ya Mafên Mirovan a Efganistanê, erka eleqederbûna daxwazên mexdûrên şer hat dayîn. Komîsyonê, hem di nava Efganistanê û hem jî penaberên li Pakistan û Îranê de anketek çêkir û ji sedî 80’yê beşdaran daxwaza pêkanîna edaletê kirin. Di vê xalê de aktîvîstên civaka sivîl, têgeha “edaleta heyama derbasbûnê” anîn rojevê û heta 2014’an ev daxwaz berdewam kir.
NATO û DYE’yê destek da wan
Lê mixabin, di tevahiya 30 salan de kesên ku mafên mirovan û mafên jinan binpê kirin, li ser desthilatiyê bûn û ji aliyê NATO û DYE’yê ve hem ji aliyê malî û him jî leşkerî ve destek didîtin. Van kesan roj bi roj bi zêdekirina hêza xwe re sûcên mezintir kirin û pêkhatina edaleta heyama derbasbûnê asteng kirin. Li aliyê din ji ber ku Efganistan veguherî qada reqabatê ya welatên emperyalîst, Taliban di cihên cuda yên welat de hêz qezenc kir û hikûmeta navendî jî zêdetir tund bû. Welatên eleqedar û hinek aktorên civaka sivîl, pêvajoya edaleta heyama derbasbûnê bi zanebûn rawestandin.
Destkeftiyên kêm jî hatin desteserkirin
Tevî ku saziyên netewî û navneteweyî têkildarî sûcên kes û saziyên di hikûmeta Karzaî û Ganî karkirinê de gelek belgeyan jî kom kirin, destûr nehat dayîn ku pêvajoya edaleta heyama derbasbûnê pêk were. Aqilê hemû kesan arasteyî “hevdîtinên aştî” yên bi Talibanê re dihat kirin bû. Lê mixabin ev hevdîtin, bazartiyek nû bû û DYE’yê ku bêyî dudilî bijî hikûmeta Efganistanê teslîmş Talibanê kir. Bi vî awayî destkeftiyên kêm ên hêyî jî hatin desteserkirin.
Divê hemû sûcdarên şer bên darizandin
Di sala 2003’an de Karzaî, Statûya Dadgeha Cezayê Navneteweyî îmze kir. Piştî vê dîrokê, divê hemû sûcên şer ên li Efganistanê derbasî dadgehê bibin. Piştî hewildanên bi salan, di sala 2015’an de ji bo xizmên mexdûrên sala 2003’an mafê giliya serhêl hat dayîn. Bi saya vê yekê, têkildarî sûcên leşkerên DYE û welatên din ên biyanî û hêzên ewlehiyê yên girêdayî hikûmeta El-Qaîde, Talîban û Efganî, hejmarek zêde belge hatin qeydkirin. Lê vê carê DYE’yê destûr neda ku dadgeh bike tevgerê.
Ji kujeran hikûmet ava kirin
Lê mixabin, Mîsyona Alîkariya Efxanistanê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMA) jî di pêvajoya Efganistanê de her tim rolek pasîf list. Her wiha hêvî da ku dadgeh bi reya UNAMA’yê bikeve tevgerê, lê ev jî bû astengiyek ku pêvajoyê xitimand. Li aliyê din, tevahî endam û lîderên komîteya fermi ya ji aliyê hikûmeta Efganî hat avakirin jî, kesên ku destê wan ketiye xwîna milyonan Efganistanê ne.
Hîkmetyarê ku kujerê jinan e ji lîsteya terorê derxistin
Darbeyek din a li dijî edaleta heyama derbasbûnê jî, bi hevkariya UNAMA û DYE’yê pêk hat. Di sala 2016’an de Gulebeddîn Hikmetyar ku der barê wî de gelek raporên êrîşên asîd ên li dijî jinan û sûcên şer heye, ji lîsteya reş a Konseya Ewlekariyê ya NY’yê hat derxistin. Hîkmetyarê ku bi nasnavên “Roketyar” û “Asîdvan” tê naskirin, bi hêzên xwe yên biçek re bi awayekî şahî ket Kabulê û dest bi jiyanek lûks kir. Di heman demê de wekî “Qesabê Kabul” jî tê zanîn.Niha jî, DYE’yê ji bo ku ji gelê xwe û cîhanê re nîşan bide ku piştgirî nade Talibanê, vê biryara girtinê derxist. Li aliyê din, beriya çend rojan Rusyayê bi awayekî aşkera hikûmeta Talibanê nas kir û Çinê jî kêfxweşiya xwe ya ji ber gavek wiha, anî ziman. Sala borî Rusyayê balgozxaneya Efganistanê ya li welata xwe, radestî Talibanê kir. Ev biryar, divê wekî hemleyên taktîkî yên pêşwaziya hêzên mezin ên parvekirina cîhanê bên xwendin. Carna li dijî gelê Filîstînê, carna Lubnan, carna herêmên Kurdan ên li Sûriyeyê û an jî li dijî gelê Îran û Efganistanê êrîş pêk tên.
Her tim jin û zarok zirar dibînin
Di vê pêvajoyê de, mixabin her tim herî zêde jin û zarok zirarê dibînin. Wek encam, ev gel tenê wêrankirin û sirgûnê dibîne. Dema em li dîrokê dinhêrin, bi awayekî zelal tê ditîn ku dewletên dagirker û mudaxaker ji gelê mazlûm re aştî û aramiyê nayne. Gelê Efganistanê, bi taybetî jî jinên Efgan vê rewşa bi êş di bedana xwe de hîs dikin.
Dema ku hinek kesan biryara dadgehê bi kêfxweşî pêşwazî kirin jî, biryar ji bo gel û jinên Efganî, ger Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî di wateyekî rast de gav biavêje, pêk bîne û ji bo nûnerên Talibanê destûra gerê nede, wê wateyek qezenc bike. Piştgiriya rast ne bi devkî, ancax bi pratîkên rast dê pêk were.
Her çiqas ev biryara Dadgeha Cezaya Navneteweyî mîna gavekî ber bi edalatê ve tê dîtin jî, gel û bi taybetî jî jinên Efganistanê vê carê tenê daxuyanî û dirûşmeyan têrkêr nabînin. Ya girîng, ji bo qedexekirina gera kesên sûcdar, nenaskirina rewatiya Talîbanê û di asta kûrewî de pêkanîna edaletê hevkarî bê kirin. Berovajî vê yekê, ev biryar jî ji bo jin û gelê Efganistanê wê bibe lîstokek din a siyasî.