Li Kongoyê hejmara nexweşên Ebolayê bi ser 1000’î ket
Rayedarên Komara Demokratîk a Kongoyê, eşkere kirin ku hejmara nexweşên Ebolayê yên piştrastkirî gihîştiye hezar û 3 kesan û heta niha 254 kes mirine.
Navenda Nûçeyan – Li Komara Demokratîk a Kongoyê hejmara bûyerên Ebolayê yên piştrastkirî ji hezarî derbas kiriye. Ev pêşketin di nav rayedarên tenduristiyê yên herêmî û rêxistinên navneteweyî de fikaran li ser berfirehbûna şewbê û berdewamiya veguhestina vîrusê ya li herêmên rojhilatê welêt, zêdetir dike.
Rayedarên tenduristiyê yên Kongoyê duh, di daxuyaniyekê de ragihandin ku wan hezar û 3 bûyerên piştrastkirî yên vîrusê ku di nav de 254 mirin hene, tomar kirine. Ev hejmar, li gorî 956 enfeksiyonan û 247 mirinan ku di nûvekirina fermî ya dawî ya roja Şemiyê de hatine ragihandin.
‘80 nexweş baş bûne’
Şewba niha bi giranî li parêzgeha Îturi ya li rojhilatê welêt belav bûye, ku yekem bûyerên ku di nîvê Gulanê de li wir hatine ragihandin, hatine tespîtkirin. Di serdaneke xwecihî ya parêzgehê de, Wezîrê Tenduristiyê yê Kongoyê piştrast kir ku 80 nexweş baş bûne û ji navendên dermankirina Ebolayê hatine derxistin. Wezîr got ku hewldanên tenduristiyê ji bo kontrolkirina belavbûna nexweşiyê û xurtkirina çavdêriyê, berdewam in.
‘75 xebatkarên tenduristiyê bi vîrusê ketine û 17 ji wan ji ber enfeksiyonê mirine
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê hişyarî li ser bandora zêde ya belavbûnê li ser sektora tenduristiyê da. Her wiha eşkere kir ku ji destpêka krîza heyî ve 75 xebatkarên tenduristiyê bi vîrusê ketine û 17 ji wan ji ber enfeksiyonê mirine. Ev hejmar asta xetereyên ku karmendên bijîşkî yên ku li eniyên pêşîn ên têkoşîna li dijî nexweşiyê dixebitin pê re rû bi rû dimînin, nîşan dide.
Pispor diyar dikin ku dibe vîrus beriya çend mehan dema ku yekem bûyer di 15’ê Gulanê de bi fermî hat ragihandin, li hin deveran belav bûbe. Ev yek bû sedema veguheztina di navbera niştecih û xebatkarên tenduristiyê de berî ku tedbîrên bersivdayînê yên pêwîst bên bicihanîn. Di nav de şopandina têkiliyan û îzolekirin hene. Şewqa heyî bi cureya kêm a vîrusa Ebola ya Bundibugyo ve girêdayî ye, ku niha ji bo wê tu vakslêdanek pejirandî an dermankirinek taybetî ya bi bandor tune. Ev yek hewldanên kontrolkirinê tevlihev dike û pêşîlêgirtin, îzolekirin, şopandina têkiliyan û lênêrîna bijîşkî ya piştgirî ji bo kesên vegirtî dike mijara sereke.
Her çend belavbûna niha hê jî ji şewba Ebolayê ya ku di sala 2014’an de li Efrîkaya Rojava belav bû û bû sedema mirina zêdetirî 11 hezar kesan kêmtir be. Rêjeya enfeksiyonê di hefteyên pêşîn ên krîza heyî de fikaran zêde dike ku heke tedbîrên tenduristiyê bi lezgînî neyên xurtkirin, enfeksiyon dikare bêtir belav bibe.
‘Kampanyeyên sînordarkirina şewba Ebolayê’
Rayedarên Kongoyê, bi hevkariya Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê û hevkarên wê yên navneteweyî, ji bo tespîtkirina zû ya enfeksiyonan, şopandina têkiliyan û xurtkirina tedbîrên pêşîlêgirtinê li deverên bandorbûyî, kampanyayên xwecihî ji bo pêkanîna wan didomînin. Armanca wan, sînorkirina yek ji girantirîn şewbên ku welêt di salên dawî de dîtî ye.