Li Kongoyê bîlançoya Ebolayê giran dibe 625 kesan jiyana xwe ji dest da

Li Komara Demokratîk a Kongoyê, hejmara bûyerên hatine piştrastkirn gihîşt hezar û 792’an û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû 625. Bi vê hejmarê re fikarên belavbûna şewbê li herême jî din zêde bûn.

Navenda Nûçeyan – Li Efrîkayê, fikarên belavbûna şewba Ebolayê zêde dibin. Xebatkarên tenduristiyê, der barê belavbûna virusê li herêmên din de hişyariyan didin û banga xurtkirina pergalên çavdêrî û bersivdayînê dikin.

Komara Demokratîk a Kongoyê, îro ragihand ku li welat hejmara bûyerên vîrusa Ebolayê gihîştiye hezar û 792’an û hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane jî bûye 625.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), beriya niha diyar kiribû ku şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongoyê û Ugandayê, rewşeke awarte ya tenduristiya giştî ye ku hewceyê çavdêriya navneteweyî ya nêz e. WHO’yê, ragihand ku belavbûna vîrusê ji bo welatên din ên herêmê xeterê çêdike û asta gefê li herêmê bilindtir dike.

Rêxistinê, da zanîn ji ber îhtîmala belavbûna şewbê, hewce ye welatên cîran tedbîrên çavdêrî û bersivdayînê xurt bikin.

WHO’yê, di 5’ê Hezîranê de bi hevkariya Navendên Efrîkayê yên ji bo Kontrol û Pêşîlêgirtina Nexweşiyan re, li dijî belavbûna nexweşiya vîrusa Bundibugyoyê ku cureyek vîrusa Ebolayê ye destpêkirina planeke amadekarî û bersivdayînê ragihand. Di çarçoveya planê de, zêdekirina kapasîteya tesbîtkirina zû, dabînkirina alavên parastinê, piştgirîkirina laboratuwaran û perwerdekirina xebatkarên tenduristiyê ya li welatên bi bandorbûyî hene.

Li gorî daneya WHO’yê yên ji rayedarên tenduristiyê yên Kongoyê, rêjeya mirinê di şewba welat de ji sedî 34 e.

Vîrusa Ebolayê, li çar herêmên bakurê rojhilatê Komara Demokratîk a Kongoyê belav bû. Ev şewb bi taybetî li herêma Iturî zêde bûye û tê gotin ku şewba heyî ji ber cureyek kêm a Ebolayê ya Bundibugyo ku tu derzî yan jî dermankirin nehatiye dîtin çêdibe