Li Kobanê çalakiyên 8’ê Adarê: YPJ rûmeta me ye

Bi sedan fermandar û şervanên YPJ, Hêza Jin a Ewlekariya Hundirîn û jinên ji bajarê Kobanê ji bo misogeriya hêzên parastinê yên jin meşiyan. Jinan bi gotina YPJ rûmet e, bersiv dan siyaseta înkarê.

Kobanê- Bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê rêxistina Kongra Star a Rojavayê Kurdistanê dest bi hemleya di bin dirûşma “Bi felsefeya jin, jiyan azadî, em ê destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin” kir.

Îro di çarçoveya hemleya ji bo roja 8’ê Adarê, Kongra Star meşeke girseyî ji bo xwedîderketina li hêzên jin Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) û hêzên Asayîşa Jin û misogeriya hebûn û misyona wê di pêşeroja Sûriyeyê de li dar xist.

Di meşê de bi sedan şervan û fermandar bi keziyên xwe yên hûnandî û cilên xwe yên leşkerî her wiha jinên ji bajarê Kobanê amade bûn. Meşa ku ji qada Jina Azad destpê kir, bi hilgirtina alên Kongra Star û YPJ’ê her wiha pankarta bi nivîsa “Bi hûnandina keziyên jinan şoreşa mirovahiyê tê parastin” heta qada şehîd Egîd domiya. Jinan di meşê de bênavber tilîlî û dirûşmên “YPJ rûmet e” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.

Meşa ku li qada şehîd Egîd rawestiya, bi peyama fermandariya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Arîn Kobanê berdewam kir. 

‘Em ê hêza xwe ya parastina jinan misoger û mayînde bikin’ 

Arîn Kobanê bi gotinên; “Jinên Rojavayê Kurdistanê di şexsê YPJ’ê de bûn xwedî hebûn û cîhanî” û wiha got: “Me di şexsê YPJ’ê de DAIŞ’ê têk bir û hemû mirovahiyê parast. Me nîşan da ku cihê YPJ lê be wê çete lê tune bin. Bi taybetî jî li Kobanêya ku bû goristan ji bo DAIŞ’ê, ji bo vê jî em ê tevî hemû êş, astengî û êrîşên heyî hebûna xwe biparêzin û misoger bikin. Me tu carî dest ji têkoşîna xwe bernedaye û em bi îsrar in vê têkoşînê mayînde bikin. Em ê bi ruh, berxwedan û vîna jinan hebûna xwe misoger bikin. Me heta niha ji bo kesê çong netewendiye û em ê netewînin jî. Weke YPJ ryh, dil û bedena me wê her dem ji bo azadiyê têbikoşe û em ji serkeftinê bawer in.”