Li Kirmaşanê esnaf grev didomînin li bazarê hêzên ewlehiyê hatin bicihkirin

Li Kirmaşanê, bi boneya çaremîn salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bazarê du caran deriyên xwe girt, herêm bi hêzên leşkerî û ewlehiyê hat dorpêçkirin û esnafan biryar da ku grevê bidomînin.

Kirmanşan – Bazara Kirmaşanê di 16’ê Îlonê de, bi boneya çaremîn salvegera serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ sibeh û êvarê, du caran hate girtin. Di heman saetan de, hêzên leşkerî û yên bi cilên sivîl li hin deverên bajêr hatin bicihkirin û hin rêyên sereke ji bo trafîkê hatin girtin.

Li gorî çavdêriyên nûçegihana me yê li qadê, ketine hin cadeyan jî hatine girtin, di heman demê de komên girêdayî hikûmetê li seranserê bajêr meşiyan. Hin çavkaniyan destnîşan kirin ku hin ji van kesan ji derveyî Kirmaşanê anîne bajêr, lê ev îdia nehat piştrast kirin.

Hêzên ewlehiyê ji bo astengkirina grevê li bazarê di gerin

Di heman demê de, hêzên hikûmetê ji bo astengkirina domandina grevê li bazarê geriyan. Hat ragihandin da ku hez hewl didin di bajêr de hebûnek ewlehiyê biafirînin, hoparlor bikar anîne.

Tevî van hemû şertan, hin esnafên li Kirmaşanê niyeta xwe ya berdewamkirina grevê herî kêm sê rojên din ragihandine. Her wiha nûçeyên ku esnafên li bajarên din ên parêzgeha Kirmaşanê jî tevlî grevê bûne, lê ev îdia bi awayekî serbixwe nehatine piştrastkirin.