Li Kenyayê ji ber şewata li wargeha keçan 16 xwendekar jiyana xwe ji dest dan
Di şewateke li wargeha dibistana keçan ya Utumîşiyê ya li Kenyayê de 16 xwendekarên keç mirin û 73 kes jî birîndar bûn.
Navenda Nûçeyan – Kenya piştî şewateke mezin a li wargeheke a li dibistana Keçan a Utumîşiyê ya li herêma Gilgil şahidiya bûyereke trajîk kir. Li dibistanê di nîvê şevê de agir bi wargeha xwendekaran ket. Li gorî çavkaniyên polîsan, di şewatê de herî kêm 16 kes mirin, 73 kes jî birîndar bûn.
Hate ragihandin ku şewatê di nîvê şevê de dema ku xwendekarên keç li wargeha xwe bûn destpê kir. Li dibistana ku bi 100 kîlometreyî li bakurê paytext Nairobiyê ye, agir bi wargeha xwendekaran ket.
Lêpirsînê destpêkir
Hat diyar kirin ku Tîmên Xaça Sor a Kenyayê jî beşdarî karên rizgarkirinê bûn.
Wezîrê Karên Hundir ê Kenyayê Kipchumba Murkomen û rayedarên polîsan çûn herêmê. Serokê Daîreya Lêpirsînên Krîmînal a Kenyayê lêpirsîna li ser sedema rûdana şewatê li cih da destpêkirin.
Li dibisranan şewat
Beriya niha jî gelek caran li wargehên xwendekaran şewatên bi vî awayî rû dabûn. Di Îlona 2024'an li nêzî bajarê Nyeriyê agir bi wargeheke xwendekaran ketibû û 21 xwendekaran jiyana xwe ji dest dabûn.
Di sala 2001'ê de jî li herêma Machakosê ji ber şewatê 67 xwendekarên lîseyê jiyana xwe ji dest dabûn.
Ev bûyerên dubarebûyî fikarên cidî li ser tedbîrên pêşîlêgirtinê, pergalên alarmê û prosedurên valakirinê yên di dibistanên navîn ên ku bi hezaran xwendekar lê ne, derdixin holê.