Li kantona Tebqayê yekemîn Nexweşxaneya Jin û Zayînê vebû

Li Tebqayê bi vekirina Nexweşxaneya Jin û Zayînê re armanc ew e barê madî li ser welatiyan sivik bibe û xizmetek baştir ji jinan re were kirin. Bi vê nexweşxaneyê riya çûnhatina nexweşan jî kurt bûye û barê wan sivik bûye.

YUSRA EL EHMED

Tebqa – Li bajarê Tebqa ya Kantona Tebqa ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 20’ê Îlonê de Nexweşxaneya Jin û Zayînê vebû. Nexweşxane hemû xizmetên tenduristî ji muayeneyê bigre heta şopandina dema ducanîbûnê û dermanan di nava xwe de dihewîne. Li nexweşxaneyê hem sezeryan hem jî zayîna bi riya xwezayî tê kirin.

Rêvebera nexweşxaneya zayînê ya li kantona Tebqayê Rojîn Silêman teqez kir ku vekirina yekem nexweşxaneya jinan dê barê madî yê emeliyat û muayenekirina welatî û jinan li herêmê sivik bike.

Gelek beşên nexweşxaneyê hene

Der barê beşên nexweşxaneyê de rêvebera nexweşxaneya zayînê Rojîn Silêman got: "Nexweşxane ji du qatan û jêrzemînê pêk tê. Gelek beşên wê hene, cihên testan, klînîka jinan, beşa zarokên nûbûyî, beşa dermanxaneyê ku derman tê de hemû bê pere tên pêşkêşkirin, aliyê emeliyatan heye ku bi xwe ji du beşan pêk tên. Beşa çavdêriyê ya berî û piştî zayînê û beşa zayînê. Beşa emeliyatên sezeryan, odeyên mayîna nexweşan û beşa zarokên nû dibin jî heye."

‘Ji roja ku nexweşxane vebûye ve heta niha gelek kes hatine ba me’

Rojîn Silêman a got "Me texmîn nedikir ewqas nexweş werin nexweşxaneyê û zext çêbibe” wiha domand: “Ji dema nexweşxane hatiye vekirin ve  hejmarek mezin ji nexweşan hatine gel me. Ev gaveke erênî ye ji ber me nû dest pê kiriye. Hejmara emeliyatên sezeryanê rojane deh e. Her wiha zayîna bi riyên xwezayî ango normal rojane hejmara wan digihîje 30’yan. Rojane li derdora 90 jin tên muayenekirin. Cihê nexweşên ku em dikarin pêşwazî bikin û wan razînin jî çil e. Tîmeke tenduristiyê xwedî ezmûn û pispor di nexweşxaneyê de heye."

‘Nexweşxane xizmetên tendirustiyê bê pere ji hemû welatiyan re pêşkêş dike’

Der barê girîngiya vekirina nexweşxaneyê de Rojîn Silêman ev yek anî ziman: "Nexweşxane xizmetên tenduristiyê bê pere ji hemû welatiyên herêmê û gundewarên wê re pêşkêş dike. Her wiha barê çûnhatina li herêmên cîran û riyên dirêj sivik kir. Li aliyê din jî barê madî li ser welatiyan û bi taybetî jinan sivik kir."

Rojîn Silêman diyar kir ku buhabûna bihayê muayenekirinê bibû sedema paşguhkirina jinan ji tenduristiya wan re û wiha domand: "Ji ber muayeneyên buha û dermanên li nexweşxaneyên taybet, gelek jin nikarin ji bo şopandina nexweşiyên xwe biçin bijîjkan."  

‘Hemû nexweşiyên jinan em derman dikin’

Hemşîre Yasmîn Mihemed jî behsa xizmetên ku li nexweşxaneyê ji jinan re dikin kir û got: "Em nexweşan pêşwazî dikin û pirsnameyek tijî dikin ji agahiyên dema jidayîkbûnê û cureyên wan pêk tê. Em başbûna van jinan ji nexweşiyan teqez dikin. Em hemû karên lezgîn pêşwazî dikin. Ji bo emeliyatan jî em emeliyata kurtajê çêdikin, rakirina malzarokê û girêkan her wiha rakirina kîsên hêkan û dayîna hemû cureyên dermanan ji vîtamînan û hwd. ji jinên ducanî re û dermanên taybet piştî û beriya zayînê û çavdêriya ducaniyê jî dikin."

‘Vekirina vê nexweşxaneyê gelek baş bû’

Wefaa El Ebdellah ku hatiye nexweşxaneyê jî têkildarî vekirina nexweşxaneyê got: "Ev serdana min a yekemîn e. Min di demên dawî de bihîst ku nexweşxaneyeke taybet ji bo jin û zarokan vebûye. Ez bi keça xwe re hatim vê derê ji ber ku ducanî me. Ev gaveke gelekî baş e li herêmê ji ber ev yekem nexweşxane ye ji bo jin û zarokan vedibe. Vê nexweşxaneyê alîkariya gelek malbatên ku nikarin pereyê emeliyatan li nexweşxaneyên taybet bidin kir."

Wefaa El Ebdellah destnîşan kir ku buhayê muayene û emeliyatan her wiha zayînê li nexweşxaneyên taybet gelekî zêde ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez hemû jinan teşwîq dikim jib o werin vê nexweşxaneyê. Ji ber ku gelek baldarî li ser nexweşan heye û hemû pêwîstî tên pêşkêşkirin."