Şandeya Îtalyayê serdana saziyên Şengalê kir

Şandeyek Îtalyayê ya ji rewşenbîr, aktivîstên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşkan pêk dihat, serdana Şengalê kir.

Şengal - Şandeyek Îtalyayê ya ji rewşenbîr, aktivîstên mafên mirovan, rojnamevan, nivîskar û bijîşkan pêk dihat, di çarçoveya projeyên xwe yên ji bo alîkariyê de îsal jî serdana wargeha penaberan a Şehîd Rustem (Mexmûr), Şengal û gelek cihên din kir.

Şandeya Îtalyayê di 1’ê Cotmehê de serdana Şengalê kir, bi armanca alîkariya xelkê Şengalê, serdana saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) kirin. Şandeyê serdana xwe ji Tevgera Azadiya Jinên Êzidî dest pê kir. Guh da daxwaz û pêşniyarên jinên Êzidî. Di serdanê de mijara sereke xizmeta ji bo tenduristiyê bû, li ser hat nîqaşkirin. Lewma şandeyê serdana saziyên tenduristiyê yên li Xanesor, Til Izêr, Borik, Serdeşt û Şengalê jî kir.

‘Her jinek Êzidî çîroka wê ya fermanê heye’

Di destpêka pêşwazîkirina şandeyê de endama koordînasyona TAJÊ Şemê Remo axivî û bi kurtasî behsa rewşa jinên dîlgirtî kir û wiha got: “Her jinek di civaka me de çîroka wê ya fermanê heye. Ji ber ku em hemû tê de derbas bûne. Çîrokên me tevan hene û lê zehmet e em bînin ser ziman. Me pir keç û jinên Êzidî ji Kampa Holê dianîn. Çîrokên xwe hemû ji me re vegotin. Çendek berê 2 keçên Êzidî ji aliyê QSD’ê ve hatin rizgarkirin, anîn teslîmî me kirin. Me jî teslîmî malbatên wan kir lê mixabin malbatên wan li Başûrê Kurdistanê ne. Em mafê xwe dixwazin, heta niha jî bi hezaran keç û jinên Êzidî li welatan belav bûne, em dixwazin wan bînin lê rê nîn e.”

‘Divê projeyên jinan li Şengal zêde bibin’

Endama koordînasyona TAJÊ Ehram Hesen jî axivî û da zanîn ku pêwîst e gelek proje bên amadekirin li Şengalê ji bo jinan û wiha got: “Piştî fermana ku li serê me rakirin, hinek mafên jin hatan dîtin. Em weke jinên Êzidî pêwîst dibînin ku mala jinan ava bikin. Ji bo ku kar bikin, xwaringeh, terzîxane û pir projeyên cuda divê ji bo xebatê werin vekirin. Ji bo ku jin bikaribin bijîn û pêwistiya wan bi zilaman tune be.”

Cîhan Celo jî axivî û di serî de bixêrhatina şandeyê kir û da zanîn ku ew keda wan hêja dibînin û wiha got: “Di serî de em bixêrhatina mêvanên xwe dikin û daxwaza wan a ji bo alîkariya civaka Êzidî, em bi nirx dibînin û spas dikin.

‘Şengal mînaka pêkvejiyanê ye’

Cîhan Celo di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser sîstema neteweya demokratîk ku bingeha pergala li Şengalê tê jiyîn e û wiha got: “Di asta cîhanê de xitimandinek heye ji ber ku li her derê sîstema yek netew û yek al tê meşandin. Netewperestiyeke pir zêde di asta dewletan de heye lê fikrên Rêber Apo  hemû ol, bawerî, çand û zimanan di nava xwe de dihewîne. Şengal jî hemû netew û bawerî tê de hene. Me jî li ser esasê neteweya demokratîk Rêveberiya Xweser ava kir. Berê dewletê siyaset û zimanê xwe ferz dikir. Civaka Ereb û Êzidî bi hev re nikaribûn bijîn lê niha sîstema me ya Rêveberiya Xweser hemû netew û baweriyan di nava xwe de digre.”

‘Armanca me xizmeta jinan û civakê ye’

Şandeya Îtalyayê ji nûçegihana ajansa me re armanca hatina xwe ya Şengalê anî ziman û wiha got: “Em weke ekîbeke xwebexş ku qet alîkariya madî ji dewletê û aliyan nagire bi vî karî radibin. Em pere û alîkariyan bi riya çalakiyên xêrê kom dikin û ji bo projeyên wiha bikar tînin. Me hewl da em pir projeyan li Kurdistanê bi pêş bixin. Li Bakurê Kurdistanê me bi Kurdan re kar kir li û gelek cihên cuda jî em hewl didin projeyên bi nirx bi pêş bixin. Projeyên me yên esasî li ser avakirina cihên tenduristî, perwerde û dewreyên perwerdeyê ji bo karên jinan bûn. Ji ber ku vê herêmê şer û fermanê jiyaye, em jî dixwazin bi taybetî ji bo vê herêmê kar bikin. Bi taybetî jî em dixwazin xizmeta jinan bikin ji ber ku mixabin qurbaniyên êş, şer û fermanan jin in. Em kêfxweş bûn ku îro em jinên Êzidî di asta rêvebirina civakê de dibînin û ev nimûneyeke cîhanî ye.”