Li Kantona Cizîrê jin li qadan e: Li hemberî qirkirin û dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî

Jinên Kantona Cizîrê bi pêşengiya Kongra Starê li bajarê Qamişloyê ji bo piştgiriya berxwedana taxên Kurdan ên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê daketin qadan.

Qamişlo – Bi sedan jinên Kantona Cizîrê û endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Jinan, bi pêşengiya Kongra Starê, ji bo bilindkirina asta têkoşînê, piştgiriya berxwedana dîrokî ya Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û xwedîderketina li şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn çalakî lidar xistin.

Xwepêşandan bi dirûşmeya “Li hemberî qirkirin û dagirkeriyê, Jin Jiyan Azadî” û bi tevlîbûna dehhezaran jinan, saziyên Rêveberiya Xweser û endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, li Stadyuma Şehîd Heysem Kiço ya bajêr hate lidarxistin.

‘Berxwedana Şêx Meqsûd efsaneyeke nû li dîroka Kurd zindî dike’

Piştî deqeyek rêzgirtinê, Berdevka Kongra Starê Rîhan Loqo bal kişand berxwedana legengî ya gel û şervanên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê û got: “Berxwedana ku di pêşengtiya şervan û qehremanan de hate pêşxistin, ji tevahî gelan û azadîxwazan re nîşan da ku em xwedî dîrokeke wiha ne. Ji vê qada rûmetê em ji hemû gelan re dibêjin ku em xwedî axeke pîroz in û di vê axê de milîtan tên afirandin. Yên ku me nas nakin bila li dîroka me ya kevnar binêrin. Berxwedana dîrokî ya ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê hate jiyankirin, evsaneyeke nû ye ku mîna evsaneyên kevnar ên gelê Kurd – wekî efsaneya Derwêşê Evdî, Kela Dimdimê û Sûra Amedê – tê jiyankirin. Berxwedana Şêx Meqsûd jî efsaneyeke nû li dîroka Kurd zindî dike. Jinên Kurd li hemberî dagirkeran û nejadperestan serî netewandine, pêşengiya civaka xwe kirine û asta têkoşîna xwe bilind kirine. Em jî weke jin soz didin ku asta têkoşîna xwe bilind bikin û riya xeta qehremanan bimeşînin.”

Xwepêşandan bi dirûşmeya “Şehîd Namirin” bi dawî bû.