Li Iraqê tevî qedexeyê jî ‘Sinetkirina jinan’ berdewam dike

Rêvebira Projeya Komeleya Wadî Şox Mihemed amaje bi wê yekê kir ku her çend li Iraqê qedexe ye jî sinetkirina jinan berdewam e û got ku ji bilî cezayên rêgirtinê, divê lêkolînên hişyariyê jî bên kirin da ku ev kiryar bi dawî were.

ŞÎRÎN SALIH

Silêmanî – Sinetkirina organên zayendî ku bi navê ‘sinetkirina jinan’ tê binavkirin, ku bi zanabûn jêkirina organên genîtal ên jinan e, tevî ku li gelek welatan qedexe ye jî hîn li welatên Efrîqa, Rojhilata Navîn û Asyayê tê kirin. Li gorî daneyên Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO); Li seranserê cîhanê herî kêm 200 milyon keç û jin hatine sinetkirin û 70 milyon keçên din jî di bin metirsiya sinetbûnê de ne.

Li Iraqê ku ‘sunnetkirina jinan’ qedexe ye, kesên ku vê qedexeyê binpê bikin ji milyonek dînar heta 5 milyon dînar tên cezakirin lê ruxmê wê jî ev pêkanîn berdewam dike. Komeleya Wadî ya Almanî ku di sala 1991’an de li Almanyayê hatiye damezrandin, ji sala 1993’an ve li Iraqê kar dike. Komele di berdewamiya xebatên xwe yên li ser pirsgirêkên jinan li Herêma Kurdistanê, li ser pêkanîna ‘sinetkirina jinan’ jî dixebite.

Di sala 2021’an de 110 zarokên keç hatin sinetkirin

Bi giştî 1260 kes, 753 ji Hewlêrê û 507 jî ji Raperînê, beşdarî anketa ku komeleyê di sala 2021’an de li ser sinetkirina keçên temenê wan di navbera 0 û 20 salî de li Hewlêr û Raperîn a parêzgeha Silêmanî pêkanî, bûn. Li gorî anketê; Hat diyarkirin ku li Hewlerê 85, li Raperînê jî 25 zarokên keç li rastî pêkanînên sinetê hatine. Rêvebera Projeya Komeleya Wadî Şox Mihemed li ser ‘sinetkirina jinan’ nirxandin kir.

‘Li Rojhilata Navîn pêkanîna sinetkirina jinan zêde dibe’

Şox Mihemed, anî ziman ku di demên berê de, ji dema ku mêr diçûn şer û vir ve ‘sinnetkirina jinan’ tê kirin û got:

“Sinetkirina jinan bi demê re li welatên Ereban belav bû û li Iraqê jî ji vê pêkanînê dûr nema. Lê niha em dibînin ku rêjeya sinetkirina jinan li Iraq û Rojhilata Navîn her ku diçe zêde dibe. Komela Wadî ji sala 2004’an ve li Kurdistanê bi xurtî kar dike. Bi taybetî dema li Bazîanê li dibistanek ya dayîkê dixebitîn, ferq kirin ku ev çend roj in hinek zarokên keç nediyarin. Dema lêkolîn kirin derket holê ku ew keç hatine sinetkirin.”

‘Niha mijar bûye mijara Qanûna Tundiya nav Malbatê’

Şox Mihemed destnîşan kir ku di encama lêkolîna ku di sala 2004’an de ji aliyê Wezareta Tendirustiyê û Wadî ve li gund û deverên cuda yên Germiyan, Balîsan û Kerkûkê hatiye encamdan, hatiye diyarkirin ku ji sedî 42’ê zarokên keç hatine sinetkirin. Şox Mihemed da zanîn ku wan di sala 2011’an de li dijî vê pêkanînên li dijî jin û keçan 14 hezar îmze kom kirine û got ku, ‘ev mijar êdî bûye mijara qanûna tundiya nav malê’. Îstatîstîkên herî dawî yên ku hikûmetê di sala 2018’an de eşkere kir, nîşan dide ku sinetkirina jinan daketiye ji sedî 11,3. Me bi semîner û qursên curbecur hişyarî çêkir û dayikên xwe der barê qanûnê de agahdar kirin. Li hemberî kesên ku vê yekê dikin dê tedbîrên hiqûqî bên girtin.”

‘Serkeftineke mezin e ku niha tu bûyerên sinetkirina jinan nînin’

Şox Mihemed da zanîn ku Germiyan yek ji wan cihan e ku herî zêde keç lê tên sinetkirin û wiha got: “Serkeftineke mezin e ku niha ti bûyerên sinetkirina jinan nînin. Niha jinên temen mezin jinên din teşwîq nakin ku keçên xwe sinet bikin. Sedema sereke ya kêmbûna vê bûyerê xebatên hişyariyê ye ku em bi rêya yasa û medyayê dikin.”

‘Ji bo bi temamî ji holê rabe divê xebatên hişmendiyê bên kirin’

Şox Mihemed bal kişand ser bandorên nerênî yên sinetkirina jinan li ser keç û jinan û wiha berdewam kir:

“Gelek bandorên neyînî hene, wek xwînrijandinê. Piştî ku mezin dibin, ji ber tirsa wan jiyan kirî di dema regl û zewaca xwe de pirsgirêkan dijîn. Ji ber vê yekê gelek jinên ciwan ji zewacê ditirsin. Em di civakeke girtî de ne û haya piraniya mirovan ji sinet û mijarên din tune ye. Pisporên me jî nînin ku em di vî warî de dema ku civaka me pêdiviya wê pê hebe em pê re biaxivin. Ji ber vê yekê, piraniya pirsgirêkên malbatî bi sinetkirina jinan a zaroktiyê ve girêdayî ne. Ji bo ku ev pêkanîn bi temamî ji holê bê rakirin, li gel cezayên astengkirinê divê çalakiyên hişyariyê bi awayekî xurt bên kirin.”