Ji encamên şerê Sûriyeyê: Zarokên sêwî û bê nasname

Şerê 12 salan bû sedem ku mirov ji ser axa xwe koçber bibin. Şerekî ku bû sedema koçberkirin û sêwîbûna bi hezaran zarokên ji nasnameya xwe bêpar mane, nikarin hebûna xwe li ser erdnîgariya Sûriyeyê bidomînin.

EBÎR MUHEMED

Qamişlo- Cihê ku şer lê hebe, krîz û alozî derdikevin, nexasim ku ev şer demdirêj be û bi salan berdewam bike. Aloziya Sûriyeyê dikeve sala xwe ya 12’emîn û hê jî çareseriyeke berbiçav nehatiye dîtin. Ji encamên şer û pevçûnan, ên ku herî zêde zirar dibînin jin û zarok in. Ji ber şerê heyî li Sûriyeyê gel perîşan bûye, krîz derketin û mirov di welatê xwe de bûn penaber. Eger em bipirsin bê li welatê xwe koçberbûn tê çi wateyê, ango bê nasnamebûn dê bersiv tunebe, ji ber ku ev tiştekî mêjiyê mirov ranake. Li welatê xwe koçberbûn tê wateya ku mirov ji ber şert û mercên li derveyî îradeya xwe ji mala xwe derkevê, bê nasname bimîne û li bendê be ku xewna xwe ya vegera mala xwe pêk bîne.

Sûriye di 12 salên krîza  xwe de bû qada şer, pevçûn û warê berjewendiyên hemû welatên cîhanê. Bi taybetî di dema şerê DAIŞ’ê de bû sedema koçberkirin û penaberkirina bi hezaran kesan, li kêleka wê jî êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên wê û dagirkirina axa wê. Gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên xwe perîşan bûn, sûcên herî hov û dijmirovî der heqê wan de pêk hatin.

Bi sed hezaran zarok bê nasname man

Zêdetirî 12 sal piştî destpêkirina şerê wêranker ê Sûriyeyê, di navbera penaberekî ku li jiyanê digere û kesek ku li nasnameya xwe digere êş û azar zêde dibin. Yek ji encamên herî xeter ên şer û koçberiya di hundirê welatê xwe de; bênasnamemayîn e. Bi taybetî ji bo zarokan. Krîza Sûriyeyê bû sedem ku bi sed hezaran zarok nasnameya xwe winda bikin.

Ji xizmeta tenduristî û perwerdeyê bêpar in

Li gorî raporek ku ji aliyê UNICEF ve hatiye amadekirin, negirtina nasname û kaxezên nasnameyê ji aliyê zarokan ve dibe sedem ku ev zarok negihîjin xizmeta tenduristiyê ya têr û ne jî perwerdeya bingehîn a baş û heta nikarin bigihîjin temenê navînî ku di civaka ku tê de serdest e. Rapora UNICEF’ê hişyariyê dide metirsiya paşguhkirina rewşa bi milyonan zarokan li cîhanê ji ber veguherandina pirsgirêka wan ji bo pirsgirêkeke nedîtbar ku ji aliyê hikûmet, rêxistinên civaka sivîl, welatên xêrxwaz û medyayê ve hatiye paşguhkirin.

Tevî zehmetî, derfetên kêm û şerê ku tê qewimandin li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweser ji bo pêşkêşkirina alîkarî û xwedîderketina li civakê her dem xwedî proje ye. Yek ji projeyên berbiçav ên xwedîderktina li zarokên ku ji encama şer û pirsgirêkên malbatî de sêwî mane: Mala Parastina Zarokan e. Ev navend di sala 2015’an de ji aliyê Desteya Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ve hatiye avakirin ku 45 zarokên temenê wan 3’ê salî ta 17 salî ji keç û kuran dihewîne.

‘Avakirina jîngeheke ewle ji bo van zarokan’

Rêveber Mala Parastina Zarokan Xezal Berkel têkildarî armanc û pêwîstiyên avabûna saziya Mala Parastina Zarokan wiha nêrîna xwe anî ziman: “Armanca me ew e ku em erdnîgariyeke bi ewle ji bo zarokên sêwîmayî hem ji encamên şerê li herêmên me û hem jî ji encamên pirsgirêkên malbatî, ji lewre me ev navend ava kir. Li vê malê jiyana van zarokan birêxistinkirî ye, ne weke zarokên din e. Çalakiyên wan ên ji hemû hêlan ve hene, di heman demê de perwerdeyên wan ên xwendin û hunerê jî hene. Li kêleka wê demjimêrên wan ên taybet ji bo waneyên derûnî û tenduristiyê hene heta xwarin û razana wan.”

‘Amadekirina derûniya zarokan ji bo pêşerojê’

Xezal Berkel bal kişand ser sîstema wan a amadekirina derûniya zarokên ku cihê xwe di malê de digrin ji bo pêşerojê, her wiha rê û rêbazên perwerdekirina wan anî ziman û wiha pê de çû: “Pir zehmet e dema ku mirov bê nasname be û ev yek bandoreke mezin çêdike li ser wê/î, ji ber vê yekê em derûniya van zarokan amade dikin ji bo pêşerojê ku çawa bikaribin tevl jiyana derve bibin û berpirsyariyê bigrin ser milên xwe. Her wiha dema ku zarok xwedî dê û bav bin pir cuda ne, ji ber vê yekê her dem em di nava hewldanan de ne, van zarokan hewcedarê tiştekî nehêlin. Lê mixabin her çiqas tu pêdiviyan pêşkêşî wan bikî jî dîsa ev zarok bê nasname ne, sêwî ne tevî her tiştî. Rola me li vir dest pê dike ji bo ku em di hindirê wan de baweriyê ava bikin ku her çiqas bê nasname bin jî dîsa ew bi xwe dikarin nasnameya xwe çêbikin bi keda xwe û bi jêhatiyên xwe li ser vê erdê. Rast e niha ev zarok hê biçûk in, belkî ne di vê ferqê de ne ku nasname çi ye lê dema ku mezin dibin êdî têgihîştina wan heye.”

Wê çarenûsa van zarokan çawa be dema ku 18 saliya xwe derbas bikin?

Xezal Berkel dibêje ku ger di demeke herî nêz de çareseriyek ji bo van zarokên bênasname neyê dîtin dê zirarên mezintir bigihîjin wan dema ku temenê 18 derbas bikin her wiha da zanîn ku ew ji bo van zarokan di nava liv û tevgerê de ne û wiha bi dawî kir: “Pêwîst e ku demeke herî nêz de çareseriyek ji bo van zarokan bê dayîn ango dîtin. Dema ku ev zarok 18 salan derbas bikin dê pêşeroja wan bi çi awayî be, dibe ku hinek ji wan xwazîbin derbasî welatên din ên dinyayê bibin, dibe ku hin ji wan dixwazin di zanîngehê de xwendina xwe dewam bikin û dibe ku hin ji wan jî dixwazin ku bizewicin an jî malekê ji xwe re ava bikin. Wate ev hemû jî kaxezê fermî û nasnameyekê dixwaze, eger ku nebe, nabe. Ji dema avakirinê de û ta niha me ev rewş nejiyaye ku temenê zarokan gihîştiye 18 salan. Em di nava hewldan û nîqaşên berfireh de ne ji bo afirandina projeyek ji bo alîkariya van zarokan.”

Îro, cîhan şahidê mezintirîn krîza penaberan a di dîrokê de ye, ji ber ku hejmara penaber û koçberan di sala 2022’an de ji hemû amarên berê zêdetir bû. Ji ber ku hejmara koçberan bi darê zorê ji malên xwe gihîştiye 103 milyon kes li seranserê cîhanê ku ji agirê şer, metirsiya çewisandin û binpêkirina mafan dûr reviyan, li ser wan jî Sûriye ye ku 6.8 milyon penaberên Sûriyeyê hinarde kirine

*Li gorî nivîsa ku Rêxistina Bonyan di 25’ê Mijdara 2022’an de weşandibû.

Di tomara dewletê de tune ne...

Piştî damezrandina Rêveberiya Xweser, roleke xwe ya girîng hebû ji bo xwedîderketina li koçberên hundirê Sûriyeyê yên ku di encama rewşa xerab li herêmên dagirkirî û herêmên di bin serweriya Hikûmeta Şamê de berê xwe dane herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Bi hezaran penaber û koçber di Kampa Erîşe, Newroz, Waşûkanî û Serêkaniyê de  li Herêma Cizîrê bi cih dibin, tevî kampa El-Hol û Roj ku malbatên DAIŞ’î tê de hatine bicihkirin. Bêguman piraniya van malbatan tevî zarokên xwe bênasname ne ango di tomarkirina dewletê de tune ne û ji ber vê sedemê nikarin nasnameyên zarokên xwe jî çêbikin.

Ji aliyê Rêveberiya Karûbarên Penaber û Koçberan ve di 25’ê Tîrmeha 2023’an de amarek berfireh têkildarî hejmar penaber û koçberan li ser axa Herêma Cizîrê hatiye encamdan di nav de hêjmara zarokan jî. Amar bi vî rengî ye:

-Kampa Roj Hejmara malbatên Iraqî, biyanî û Sûriyeyî 789 ku hejmara ferdên wan digihîje 2624’an û piraniya wan malbatên DAIŞ’ê ne. 1737 zarok temenê wan di navbera 1 heta 17 salî de ne.

-Kampa Erîşe Hejmara malbatan gihîştiye 2796 an ku ji 14344 ferdan pêk tê. 8958 zarok ji temenê 1 salî heta 17 salî tê de me

-Kampa Serê Kaniyê: Hejmara malbatan 2580 in û ji 15607 ferdan pêk tên. 8223 zarok heta 17 salî hene.

-Kampa Waşûkanî: Hejmara malbatan gihîştiye 2362 malbatan ku ji 16657 ferdan pêk tê. 8941 zarok heta 17 salî hene.

-Kampa Newroz: Hejmara malbatan 1106 in û ji 5969 ferdan pêk tê. 1261 zarok in.

-Kampa Holê: Derdor 30 hezar û 745 zarokan dihewîne di nav wan de 11 zarokên nenaskirî hene.

‘Mafekî ku divê bê parastin di asta navdewletî de’

Ji aliyekî din ve Hevseroka Saziya Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cuma têkildarî heman mijarê girîngiya bidestxistina nasnameyê ji bo mirovek di hêla mirovî û qanûnî de ev nirxandin kir: “Bidestxistina nasnameyê ji bo mirovan mafekî rewa ye û li gorî zagonên mirovî û navdewletî gere were parastin. Mixabin di gelek cihan de ev maf tê binpêkirin, bi taybetî di demên şer de ji ber ku koçberî çêdibe, di encamê de ew kes êdî nema dikarin vegerin welat an jî bajarê xwe. Her wiha di hinek rewşan de li welat gelek kesên ku dewlet li wan digere hene yan jî aliyên din. Di heman demê de gelek kes hene ku ji encama şerê heyî li Sûriyeyê kaxezên wan ên fermî hatine şewitandin.

Zarokên nenas

Li hêleke din gelek zarokên bênasname yên nenaskirî hene ku di encama destdirêjiya li ser jinan di aloziya Sûriyeyê de çêbûne. Çeteyên DAIŞ’ê dema ku êrîş kirine bi taybet li ser jinên Êzidî, Iraqî û Sûriyeyî destdirêjî kirin. Niha piraniya van jinan li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikîn, zarokên wan jî rewşa wan a qanûnî û nasnameya wan ne zelal e.

‘Weke çareseriyeke demkî girtina karta koçberiyê’

Weke çareseriyeke demkî ji bo van malbat û zarokên bê nasname li kampan an jî derveyî wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê karta koçberiyê ji wan re hatiye dayîn. Me ev gaveke baş dît ji bo ku ev kes bikaribin bi awayekî demkî jiyana xwe bi rê ve bibin û ev kart jî bi riya komînan tê pêşkêşkirin.

Çareserî ji bo zarokên biyanî yên di kampan de çi ye?

Lê ev çare ne fermî ye û tenê demkî ye û di kampan de bi deh hezaran vê pirsgirêkê dijîn bi taybetô li kampa Roj û El-Hol ku piraniya wan biyanî ne, dewletên wan xwedî li wan dernakevin û qebûl nakin ku vegerin welatên xwe. Zarokên van kesan jî hejmara wan gelek e û ew jî bêçare mane. Dewletên van kesên biyanî tenê dixwaze zarokan bigrin û dayik jî di heman demê de qebûl nakin ku zarok bi tena xwe biçin. Bi vî awayî çareseriyeke rast ji bo van rewşan tune ye. Her ku diçe ev pirsgirêk mezintir dibe.”