Li Idlibê jiyana jinên ducanî di xeterê de ye

Bi hezaran jinên ducanî yên li kampên Idlibê, bi taybetî ji ber tunebûna xizmetên tenduristî û negihandina xurek û dermanên pêwîst di şert û mercên zehmet de dijîn.

LÎNA EL-XETÎB

Idlib- Li kampên bajarê Idlibê yê bakurê Sûriyêye, bi hezaran jinên ducanî yên ji cih û warên xwe bûne dijîn. Jin di vê pêvajoya xeternak de nikarin şopandina ducaniya xwe bikin, ji ber gelek sedeman ji xizmetên tenduristiyê bêpar dimînin.

Salam Al-Jadoua, diyar kir ku jinên ducanî yên li kampên Idlibê, ji ber ku nikarin xizmetên tenduristiyê bibînin rewşa wan xirab e û destnîşan kir ku bi xizanî û kêmxwariniyê re rewşa heyî zêdetir giran dibe.

'Ez nizanim çawa biçim nexweşxaneyê'

Jina 22 salî ya li Kampa Maarat Misrîn a li bakurê Idlibê dimîne, diyar kir ku 6 mehî ducanî ye û da zanîn ku pêvajoyek nediyar dijî û ev yek wê ditirsîne û wiha got: “Bijîjk diyar kir ku ji bo ez di ducaniya xwe de tenduristiya xwe û zarokê xwe biparêzim divê bi awayekî xwarinê bixwim lê ji ber zêdebûna biha, nikarim sebze û fêkiyan bikirim. Ji ber kêmxwariniyê wê zarok bê tendurist ji dayik bibe. Her wiha riya ku diçe navendên tenduristiyê pir teng e û ez nizanim di dema welidînê de çawa biçim nexweşxaneyê. Lewre ditirsim. Dûrahiya di navbera kampê û nexweşxaneyê de 5 kîlometre ye.”

Di dema welidînê de jiyana xwe ji dest da

Ola Al-Asaad a 26 salî ya ji cih û warê xwe bûye, di dema welidînê de jiyana xwe ji dest da. Dayika wê Sanaa Al-Adl, wiha got: “Di derengiya şevê de êşên giran ên welidînê kişand. Em neçar man di saetên şevê de ji pîrekeke ku li gundekî nêz dijiya, alîkarî bixwazin. Dema zarok çêbû, xwîna wê zêde çû, me keça min sewqê nexweşxaneyeke ku 8 kîlometreyan ji mala me dûr e kir. Beriya em bigihîjin nexweşxaneyê keça min jiyana xwe ji dest da.”

Di meha 7’an a dûcanîbûnê de bû

Hanan Al-Bakour ya 32 salî ku ji çolwarên Şamê şandin qampa Cebel Kilî di meha xwe ya 7’an a ducaniye de jiyana xwe ji dest da. Dayika wê Ayoush Al-Bakour wiha got: “Keça min ducanî bû. Nexweşiya preeklampisî pê re hebû, dem bi dem hem di herêma zik de hem jî di qefesa sing de êşê hîs dikir. Keça min pirsgirêkên wê yên nefesgirtinê hebûn, di dest û linê wê de av kom dibû, baş nedidît, lêdana dil zêde bû. Di mehên pêş ên ducanîbûnê de ev nîşane zêde bûn. Ji ber bilindahiya tansiyonê, rewşa wê ya tendirustiyê xirab bû, piştî du rojan di komayê de ma jiyana xwe ji dest da.”

‘Ji bo dayik û zarok metirsiya jiyanê’

Jînekolog Maram Alwan da zanîn ku li kampên Idlibê jinên ducanî ji ber rastî birçîbûn û kêmxwariniyê tên, ev rewş ji bo dayik û zarok tê wateya metirisya jiyanê û got: “Ji ber kêmaniya xizmeta tibî, kêmaniya di hejmara pisporan de û taloqkirina serdana jinên ducanî yên bingehîn, rê li ber dermankirinê digre. Ev jî bandorek neyênî li tendirustiya jinên ji cihên xwe bûne dike. Jin di dema ducanîbûnê de mehên jiyana xwe yên herî zehmet derbas dikin, xizmeta welidînê ya ku divê di kampan de ji bo jinan were dayîn, nadin. Ji bo pitik bi awayekî ewle, pêşketin nîşan bide ji bo barê wan ê di vê astê de pêk bîne divê lênêrîna fizîkî û psîkolojîk were pêkanîn.”