‘Li hemberî DAIŞ’ê têkoşînek hevgirtî divê’

Endama Desteya Kar û Barên Civakî ya kantona Firatê Emîra Mihemed Elî bal kişand xeteriya ku bi birêxistinkirina DAIŞ’ê re derdikevin holê û anî ziman ku li hemberî vê yekê têkoşînek berfireh û hevgirtî divê.

BERÇEM CÛDÎ

Kobanê – Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê şervanên QSD’ê ve di sala 2018’an de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin tunekirin, di van salan de şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li Sûriye û Iraqê gelek êrişan kirin û di encamê de bi sedan kes hatin qetilkirin. Di van demên de dawî de êrîşên DAIŞ’ê belavî hinek welatên Rojhilata Navîn û Awropayê jî bûn.

Endama Ofîsa Jin a Desteya Kar û Barên Civakî Emîra Mihemed Alî ku di berxwedana Kobanê ya li hemberî DAIŞ’ê ya 2014’an de rû bi rû yê DAIŞ mabû, ji ajansa me re hişmendiya DAIŞ’ê û xeteriyên wî nirxand.

‘DAIŞ ji aliyê pergala hegemon ve hat birêxistinkirin’

Emîra Elî derketina DAIŞ’ê wiha analîz kir: “Ger em derketina çeteyên DAIŞ’ê weke pergal bi nav bikin, çawa ku kapîtalîzmê di serdema 18’emîn de xwe da der û bandoreke mezin li ser gelan kir ku di roja îro de hemû cîhanê xistiye bin serweriya xwe û li gorî berjewendiyên xwe birêve dibe. Ji bo vê jî hebûn, kesayet û ramanên mirovan bişaftin û wan kirin robot. Di sedsala 21’emîn de jî derketina DAIŞ’ê yek ji xelekên pergala serdest a kapîtalîzmê ye. Lewre ev yek ne di roj û şevekê de bû, ji salên 90’î ve amadekariyên rêxistinkirina DAIŞ’ê tên kirin ji bo ku di guhertina erdîngarî û nexşeya Rojhilata Navîn de bidin bikaranîn. Ji bo sedsala em tê de dijîn, gelek amadekarî hatin kirin ku DAIŞ jî yek ji van projeyan e lê di dema derketina wan de propogandayeke gelek mezin ji wan re hat kirin ku bi riya tirsê navê xwe diyar kirin û êdî her kesê behsa wan kir. Bi taybetî jî dema ku Mûsil, Reqa û hinek bajarên din di nava çend seatan de girtin, ev yek qaşo hêza DAIŞ’ê beriya ku were naskirin da diyarkirin.”

‘Ew neviyên Osmaniyan in’

Emîra Mihemed Elî di domandina axaftina xwe de diyar kir ku DAIŞ xwe dispêre heman kiryar û hişmendiya dewleta tirk û got: “Bêguman hêzên ku destek didin DAIŞ hene, hinek ji wan veşartî ne û hinek ji wan jî eşkere ne. Di asta yekem de ku ji aliyê aborî û lojîstîk ve alîkariyê dide çeteyan, Osmanî ango dewleta tirk e. Osmaniyan xwîna bi sedhezaran mirovan herikandin, di bin navê ola îslamê de bawerî û pêkhateyên cuda di komkujiyan re derbas kirin. Ji bo vê tu gelekî ku azar ji aliyê Osmaniyan ve nedîtibe, tune ye. Di roja îro de jî ger em li kiryarên dewleta tirk ên li hemberî gelê Kurd binêrin, em ê heman hovîtiyê bibînin. 30 sal berê, dema ku 49 şervanên Tevgera Azadiya Kurdistanê şer dikirin û şehîd ketin, leşkerên tirk bi bedenên wan dilîstin û kiryarên herî hov dianîn serê wan. Ev bûyera ku em behsa wê dikin, ne ji demeke mêj ve ye. Ji bo vê jî çeteyên DAIŞ’ê neviyên dewleta tirk in ku îro di bin navê olan de heman hovîtî û kiryaran dikin.”

Emîra Elî bal kişand ser armanca ji avakirina DAIŞ’ê û wiha domand: “Di 2013-2014’an de hemû mirovahiyê metirsiyên DAIŞ’ê dît lê yên ku li hemberî vê rêxistinê derketin şervanên YPJ/YPG û QSD’ê bûn. Van şervanan li dijî hişmendiya DAIŞ’ê ku xwe weke xîlafeta ola Îslamê nîşan da şer kirin. Bêguman nêzikatiyên DAIŞ’ê ya ji bo vê olê planeke bi zanebûn bû, armanc jê reşkirina baweriya mislimanan bû, di Rojhilata Navîn de lewazkirina olan û derxistina tevliheviyan bû. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê DAIŞ ji aliyê erdîngarî ve hat tunekirin lê mixabin hê jî bîrdoziya wan xwe dide der. Çeteyan xwe li gelek deverên Rojhilata Navîn û Awropayê birêxistin kirin ku di van demên dawî de gelek êrîş jî pêk anîn. Yek ji mînakên herî berbiçav jî êrîşa li Moskova Rûsyayê bû. Divê neyê jibîrkirin ku ev welatên îro DAIŞ êrîşî niştecihên wan dike, destek didan çeteyan. Lewre ger îro li Rûsyayê êrîş pêk hatine dê siba di navenda Awropayê de jî pêk were. Ji bo vê mirovahî di xeteriyeke mezin de ye, divê tedbîrên cidî werin girtin.”

‘Liv û tevgera DAIŞ’ê nîşan dide ku hewl dide xwe ji nû ve zindî bike’

Emîra Mihemed Elî nirxandina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Îro bi hezaran çete di girtîgehên QSD’ê de ne, kampa Holê ya DAIŞ’î tê de ne weke bombeya li ber teqînê tê binavkirin. Operasyonên herî dawî ku li kampa Holê pêk hatin, nîşan didin ku hişmendiya DAIŞ’ê hê jî serwer e. Zarokên wan ên herî biçûk jî vê bîrdoziyê diparêzin û amade ne bi derfeteke biçûk xwe ji nû ve birêxistin bikin. Ji bo vê jî ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû bi rû yê xeteriya DAIŞ’ê ye, niha em dikarin teqez bikin ku mirovahî tev di xeterê de ye. Weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şervanên wê ezmûnên me hene lê banga me ji bo mirovahiyê ew e ku ew jî bikaribin li hemberî rêxistina DAIŞ’ê bibin xwedî helwest.”