Li Hesekê rola jinan di parastina civakê de hat nîqaşkirin

Di bin dirûşmeya “Rakirina gotinên nefret û rola jinê di parastina civakê de” Ofîsa Jin ya Partiya El Weten El Sûrî panêlek diyalogî li da xist.

Hesekê – Di bin dirûşmeya “Rakirina gotinên nefret û rola jinê di parastina civakê de “Îro Ofîsa Jin ya Partiya El Weten El Sûrî panêlek diyalogî Li navenda Partiya El weten El Sûrî li bajarokê Til Tewîl Merşo a bajarê Hesekê ya kantona Cizîrê ve hat  li dar xist. Di penêlê de jin ji hemû pêkhateyan Suryan, Kurd, Ereb û Êzidî amade bûn . Penêl di çarçoveya du mijarên  li ser “Pênasekirina gotinên nefret”,“Rola jin di parastina civakê de “ hate li darxistin.

Piştî deqeyek rêzgirtin ,mijara yekemîn a ku li ser “pênasekirina gotinên nefret” ji aliyê Cîgera seroka Ofîsa Têkliyan di partiya El weten Şeyma Xelef ve hate des pê kirin. Şeyma xelef got:  “Gotinên nefret wekî îfade bi tundutujiyê tê pênasekirin. Pêvajoya ku Sûrî têde derbas dibe, pêvajoyek hesas û girînge û bandora gortinên nefret heye. Di demên dawî de gelek kes an girop xwestin yekrêzî û aşîtiya gelê Sûrî xera bikin û tevliheviyan derxînin. Armanca me ku di riya vê diyalogê de piştgirî bidin aşîtiya civakî û hevgirtina gelê Sûriyê ji ber ku gotinên nefret wekî jehreke sare  ku peyvekê an nerînekê kêmasiyan des pê dike û mirovan dike komên alîgir û wekî agir di nava beşên civakî de pêdikeve. Bandora gotinên nefret li ser civakê geleke, ji zirara psîkolojîk bigre heya kesên hedfgirtî, zêdebûna tengezarî û pevçûnên civakê derdixe pêş û dibe sedema pêşketinên tûdutujî û heya qetilkirinê. Lewma pêwistiya me bi hişyarî û perwerdekirinê heye da ku em bibin bersiv ji pêvajoyê re û parastina hevgirtina gelê Sûrî bikin.”

Şeyma xelef balkişand li ser bandora medyaya civakî di vê pêvajoyê de û wiha anî ziman: “Di roja me ya îro de medyaya civakî ji şûrekî dudevî ye, ango niha  medya rêbazekî herî bibandor e ji bo belavkirina nûçe û gotegotinan. Ji bo ku civak neyê xapandin gerek bilindkirina asta têkoşîn di qada perwerdeyê de.”

‘Cudahî ne nakokî ye lê zengînbûn û xweşikbûyîne’

Mijara duyemîn li ser “Rola jin di parastina civakê de” ji aliyê Cîgera Seroka Ofîsa Jin a partiya El Weten El Sûrî Fatma Ferec ve hate birêvebirin û wiha anî ziman: “Jin ne tenê pişgirek ji bo aşîtiyê ne, lê ew di parastina wê de xwedî rolek bingehîn in. Di riya jina zane de exlaqê baş ,hezkirina hevdû û qebûlkirina cudahiyan bi evînî di zarok û malbata xwe diçîne ji ber ku di mala xwe de mînakin û di civakê de binghe û rêberin .rola jin di vê pêvajoyê de pêşxistina çanda diyalogê û qebûlkirina nêrînên din li dibistan, kolan, mal û taxan bike. gerek em baş bidin zanîn ku cudahî ne nakokî ye lê zengînbûn û xweşikbûne . Çeka herî mezin ji bo vê pirsgirêkê hişmendî, gotin û îrdeya azad e, ew jî bi pêşengtiya jina azad wê gavên erênî û serkeftî were avêtin.”

Di dewama peêlê de niqaş li ser girîngiya rola jin di rê girtina li ber derxistina nakokiyan û parastina hevgirtin û hezkirina gelê Sûriyê hate kirin .Penêl bi encamnameyek bi dawî bû:              

-Jin beşdarî kampanyayên hişyarkirinê li ser xeteriya gotinên nefret û bandora wê li ser civakê bibin.

-Hevkariya bi dezgeh, sazî ,partiyên siyasî û hikûmetê re ji bo têkoşîna li dijî gotinên nefret û parastina ewlehiya civakê.

-Piştgirya rola erênî di navbera saziyên perwerdehiyê û îdarî de ji bo bilindkirina asta perwerdehyê û hişyarkirina civakî .

-Zagonên hişk li dijî handana nefretê û misogerkirina azadiya raman û derbirinê.

-Lidarxistina komxebatan ji bo parastina aştiya civakî  û perwerdekirina ciwanan esas girtin.

 

-