Li Helebcê ji bo Rojava her roj çalakî

Li Helebcê gel ji bo piştevaniya berxwedana Rojavayê Kurdistanê bi rojan e li qadan e û bi çalakiyên cûda cuda piştevaniya Rojavayê Kurdistanê dike.

Helebce- Gelê Helebcê ji bo piştevaniya berxwedana Rojavayê Kurdistanê bi rojan e li qadan e û di nava çalakiyan de ye. Îro jî gelê Helebcê bi çalakiyekeê piştevanî da berxwedana Rojavayê Kurdistanê.
Cemîle Germiyan ku beşdarî çalakiyê bûye wiha got: “Îro ji bo piştevaniya berxwedana Rojava em li vir in. Me îsbat kiriye ku em jin bi hêz in. Li vê derê em dixwazin bêjin ku ew nikarin fikrên terorîst li ser me ferz bikin. Em dubare dikin ku em jin li kêleka mêran parastina xwe û xaka xwe dikin.”