Ji jinan kampanyaya navneteweyî: Bila sûcên şer bidawî bibin

Jinên ji 30 welatên ku piştgirî dane Rojava, bi daxwaza lezgîn bi 3 sernavan kampanayaya îmzeyê dan destpêkirin. Jinan, wiha gotin: “Bila sûcên şer ên li dijî gelê sivîl, berxwederan û jinan tavilê bên rawestandin.”

Navenda Nûçeyan- Rêxistinên jinan û yên LGBTÎ+ ên ji 30 welatan ji bo piştgiriya Rojava bi 3 sernavan kampanyaya îmzeyê ya navnetweyî dan destpêkirin. Însîyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye, kampanya li ser hesabên xwe yên medya dijîtal waşand.  

Daxuyaniya ku bi Tikrî, Îngîlîzî, Spanî û Fransî hate kirin wiha ye:

Piştî êrişên HTŞ ên di 6’ê Çileyê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê em wekî Însîyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye bi rêxistin bûn û me ji bo polîtîkayên aştiyane yên jinan me ev metin nivisî. 

Êrîşên HTŞ’ê li ser herêmê didomîn

Piştî qetlîamên li ser Elewî û Durzan, bi erêkirina hêzên navneteweyî û pişgiriya aşkera ya Tirkiyeyê êriş li ser Kurdan hatin kirirn. Me hewl da ku li Sûriyeyê bi rewadîtina DAIŞ’ê dê çawa encam bide. HSD piştî muzakereyên bi pêşngiya DYA’YÊ di 17’ê Çileyê de ji Deyr Hafir û Meskenê û di 18’e Çileyê de ji Reqa û Deyrzırê vekişiya, tevî vê yekê êrişên HTŞ’ê li ser herêmê didomin. Bi awayekî aşkera li pêşberî HTŞ êrişî bajarên Kurdan Hesekê û Kobanê dike û hêj nehatine rawestandin.  

Di 19’ê Çileyê de di muzakereyên li Şamê bê teslîmbûna ji bo cîhadîstan tu vebijêrkek ji Kurdan re nehiştin û wan neçarî vê çarenûsê kirin. Herwiha dîmenê berdana DAIŞ’ê ji girtîgehên wekî Şeddadê û êrişên wan ên li dijî Kurdan hatin weşandin.  

Vîdeoyên qetilkirina jinên kurd hatin weşandin

Li gorî rapora Netweyên Yekbûyî xeteraya xurtbûna DAIŞ’ê heye. Dîmenên dîlgirtina jinên Kurd û serjêkirina şervanan hatin weşantin. HTŞ’ê êrişa li ser Rojava wekî “fetîh” bi nav kir. Di çarçoveya van geşedanan de em carekî din bangî cîhanê dikin. 

3 daxwazên lezgîn

Em bang li hemû dewletên cîhanê dikin ku piştigiriyê bidin vê kampanyaya me û ji bo xwedîderketina 3 sernavên di metne de zextê li DYA, Tirkiye û li konsolosxaneyên Sûriyeyê bikin. 

1) Bila êrişên li ser gelê Kurd û hemû gelên Sûriyeyê tavilê bên rawestandin. Bila dorpêça li ser bajarê Kobanê bê rakirin û rêya ji bo têketina pêdiviyên lezgîn bê vekirin! 

2) Bila mafê diyarkirina çarenûsê û xwerêveberiya gelê Kurd û hemû gelê Sûriyeyê bê qebûlkirin û midaxileyên derve bên bi dawîkriin!

3) Bila sûcên şer ên li dijî gelê sivîl, têkoşer, jin û LGBTÎ+ bên bidawîkirin! Bila ji çeteyên DAIŞ û HTŞ’ê ên van sûcan pêk tînin hesab bê pirsîn.

Ji bo îmzekirinê/ To sign/ Pour signer/ Por firmar

Banga me ji bo rêxistinên jin û LGBTÎ+: Em ferzkirina hêzên emperyalist a cîhadîzmê qebûl nakin. Piştigirya bi Rojava xwedîderketina pêşarojekî wekhev û azad e!