Li gelemperî dinyayê darvekirin di 44 salên dawî de gihiştiye lûtkeyê!
Li gorî rapora Amnesty, di sala 2025’an de li gelemperî dinyayê herî kêm 2 hezar û 707 darvekirin hatine encamdan. Di raporê de hate diyarkirin ku, bi taybet zêdebûna înfazên li Îranê, di zêdebûna gerdûnî de diyarkere.
Navenda Nûçeyan – Li gorî rapora Rêxistina Efû ya Navneteweyî (Amnesty), di sala 2025’an de li gelemperî dinyayê hejmara darvekirinan ji 1981’an heta niha gihiştiye asta herî zêde.
Di raporê de hate diyarkirin ku li 17 welatan herî kêm 2 hezar û 707 kes hatine darvekirin. Hate îfadekirin ku para herî mezin a di zêdebûna gerdûnî de, zêdebûna înfazên li Îranê ye.
Li gorî raporê, Îran di sala 2025’an de 2 hezar û 159 darvekirin pêkaniye û bû yek ji berpirsên zêdebûna li gelemperî dinyayê. Ev hejmar li gorî 2024’an du qat zêde ye.
Di raporê de bal kişand ku bi hezaran darvekirinên li Çînê hatine encamdan di raporê de nehate teyîsîn. Hate diyarkirin ku rêveberiya Çînê darvekirinan veşartî dihêle, welat wek ‘pêkanînên herî mezin ê înfazên dinyayê’ hate binavkirin.
Piştî xwepêşandanan înfaz zêde bûn
Di raporê de hate destnîşankirin ku zêdebûna di cezayê darvekirinê de, ji ber tundbûna polîtîkayên ewlehiyê yên li gelek welatan, zextkirina azadiya sivîlan e.
Hate îfadekirin ku li Îranê bi taybet xwepêşandanên di meha Çileyê de hatin jiyîn û piştî atmosfera şer a di navbera DYE-Îsraîl û Îranê de darvekirin zêde bûye. Hate diyarkirin ku di demên dawî de di çarçoveya sûcên endamtiya rêxistinên qedexe û dozên derbarê xwepêşandanan de gelek kes hatine înfaz kirin.
Li gelek welatan zêdebûn hate qeydkirin
Li gorî raporê, li Erebistana Sîûdî 356, Yemen 51, Misir 23 û Kuwêt 17 darvekirin hate pêkanîn.
Li DYE jî di sala 2025’an de 47 kes hatine darvekirin. Hate diyarkirin ku ev hejmar ji 2009’an heta niha hejmara herî zêde ya hatî qeydkirine.
Hate îfadekirin ku li Singapurê ji 2003’ê heta niha gihaye hejmara herî zêde ya darvekirinan.
Amnesty, di rapora xwe de bang li hikûmetan kir ku cezayê darvekirinê rakin, ewlehiya zagonî bi hêz bikin û mafê jiyanê bi parêzin.