Li Efganistanê jinbûn: Qamçî, girtîgeh û berxwedan

Jinên li Efganistanê di bin zexta Talîbanê de dijîn, tevî şîdet, girtîgeh û biçûkxistinê jî bêdeng namînin, bi berxwedana xwe, meşrûbûna rejîmê nas nakin.

BAHARÎN LEHÎB

Afganistan – Piştî ku Talîban li Efganistanê careke din hat ser desthilatdariyê, zextên li dijî jinan zêdeitr bûn. Li cihê vekirî qamçîkirin, cezayên girtîgehan, sûcdariya bi navê exlaq û bûyerên şîdeta zayendî, bi armanca bêdengkirina jinan zêdetir dibin lê van zextan, li cihê ku îsrara berxwedana jinan bişkîne, wan zêdetir bi biryar dike.

Jin bûn pêşengên berxwedanê

Li gorî parêzvanên mafên jinan, rejîmên zextê jinan wisa vala nîn e lewre di civakên baviksalar de herî zêde jin tên çewisandin, di heman demê de yên li dijî zextan herî zêde amade ne jî ew in. Tevgera Jin Jiyan Azadî ya li Îranê yan jî jinên li Kobanê li dijî DAIŞ’ê şer kirin, bûn sembolên vê berxwedanê. Jinên Efganistanî jî ji berwedanên bi wî rengî îlham girtin, bi çalakiyên biçûk her dem hewl didin dengê xwe bidin bihîstin.

Çûyîna bijîk bi zavayê xwe re sûc hat dîtin

Li gorî nûçeya 6’ê Gulana 2025’an a rojnameya The Guardian a Îngilîz û The Timesê; ji dema desthilatdariya Talîbanê ve herî kêm 1000 kes li cihên vekirî hatin qamçîkirin. Ji vana 200 kes jin in.

Yek ji van jinan, Naziye Welî ya 28 salî ya li bakurê Efganistanê dijî ye. Di mehên havînê de ji ber ku bi zavayê xwe re çûye bijîjk, ji aliyê “Polîsê exlaq” ve hatiye rawestandin û binçavkirin, piştî ku çar şev di hucreyê de hatiye girtin, bi hinceta “sûcê exlaqî” 30 car cezayê qamçîkirinê girtiye. Naziye hinceta cezayê lê hatiye birîn li cihê înfazê hîn bûye, 10 roj paşê jî radestê malbata xwe hatiye kirin. Naziye Welî, hê jî ji bin bandora tiştên jiyane derneketiye lê bi desteka malbata xwe hêdî hêdî bi jiyanê ve tê girêdan.

‘Talîban hewl dide tirs û xofê belav bike’

Fewziye Xelîl a li herêmê parêzvaniya mafên jinan dike diyar dike ku lîderê Talîbanê Molla Heybetullah Ahundzade talimata “pêkanîna cezayên şerîetê” daye û piştî vê fermanê, li cihên vekirî ceza hatine înfazkirin. Li gorî Fewziye Xelîl, Talîban, tirs û xofê belav dike, hewl dide li ser civakê rejîma zextan ava bike û wiha didomîne: “Lê ev stratejî pêşî li berxwedana jinan nagire. Dê di hilweşandina rejîma Talîbanê de rola jinan diyarker be. Dema ku desteka ji derve were birin dê ev rejîm hilweşe.”

‘Jin bêdeng namînin’

Tevî sûcên tecawiz, şîdet û biçûkxistinê jî jinên Efganî bêdeng namînin. Hinek jin tiştên dijîn vedibêjin, derbe li meşrûyeta Talîbanê didin. Dema ku sûcên Talîbanê eşkere dibin civak destek dide jinan û ev jî nîşan dide ku jin bi tenê nîn in.

Têkoşîna ku jin li Efganistanê dimeşînin, ne tenê ji bo mayîna li jiyanê ye; di heman demê de, têkoşîna rûmet, edalet û azadiyê ye. Tevî hemû zextan jî hêviyên ku dê rojek cesaret û berxwedan bi ser bikeve didomin.