‘Azadiya Zeviyan’: Futbolbazên Libyayî yên dîwarên tirsê hilweşandin
Li Marakeşê di çarçoveya rojên sînemayê yên ji aliyê “Weqfa Dar Bellarj” ve hat lidarxistin de, fîlma dokumanter a derhênera Libyayî Nezihe Arabî ya bi navê “Azadiya Zeviyan” hat pêşandan. Fîlm, têkoşîna jinên Libyayî ya ji bo lîstina futbolê vedibêje.
RECA XEYRET
Mexrib – Kesên ku li dokumantera “Azadiya Zeviyan” temaşe kirin, bal kişandin ser girîngiya berxwedana jinan a li dijî astengiyên civakî ya ji bo lîstika futbolê ya jinan.
Weqfa Dar Bellarj a di warê çand û mîrasê de dixebite, pêşandana fîlman a bi nave “Xeyalên ku destûr ji wan re hatiye dayîn” li dar xist. Di vê çarçoveyê de dokumantera derhênera Libyayî Nezihe Arabî ya bi navê “Azadiya Zeviyan” roja 5’ê Mijdarê li avahiya weqfê ya dîrokê ya li Marakeşê hat pêşandan. Di navbera lîstikvanan de ji kulubên futbola jinan tîma “Phoenix” du lîstikvan hebûn. Lîstikvanan behsa zorî û pêşdaraziyên civaka baviksalar kirin û gotin ku tevî wê jî bûne futbolbazên profesyonel.

Di belgefîlmê de bûyerên serdema şoreşê
Bûyerên di belgefîlmê de, behsa serdema şoreşa ku rejîma Muammer Qeddafî hilweşand û piştî wê dike. Di wê serdema ku welat ketibû nava kaos û şerê navxweyî de, komek jinên ciwan ên Libyayî, serî li hemberî zextên civakî rakirin, biryar dan futbolê bilîzin û beşdarî ji bo mafê beşdariya tûrnûvayan têbikoşin.
Fîlma behsa serpêhatiya sê keçên ciwan ên ku bêdeng nemane û hebûne xwe dane pejirandin dike. Tevî ku Federasyona Futbolê ya Libyayê serî li ber zextên muhafezekar tewandiye jî van keçên ciwan, bi saya îsrara xwe, astengiyên li pêşiya xwe derbas kirine û başdarî turnuvaya Ereb a li Lubnanê hatiye lidarxistin bûne.
Dokumanter bi awayekî bi bandor behsa têkoşîna jinan a li dijî zihniyeta DAIŞ’ê ya ku di bin navê “Şerîeta îslamê” de hewl dide zextê li ser civakê çêbike, dike. Di fîlm de dengê jinên ciwan bilind dibe. Azadiyê dixwarzin û bi bîr dixin ku li gelek welatên ku şerîet lê heye komên fotbolê yên jinan hene dibêjin ku tu hinceta zexta li ser wan tune ye. Hevoka herî balkêş a fîlmê jî ev e: “Her dema ku ez li qadê dibezim, dîwarê tirsê hildiweşînim.”
‘Xeyalên ku destûra wan hatiye dayîn’
Koordînatora çalakiya sînemayê Sara Muniya Keşîrî, got ku pêşandana fîlman yek ji perçeyê bernameya di warê hewheviya zayendî de ye û got: “Ev bername, ji çend fîlmên di bin sernavê “Xeyalên ku destûra wan hatiye dayîn” de ji xeyalên jinan û mafê pêkanîna van xeyalan pêk tê.”
Sara Muniya Keşîrî, diyar kir ku berê jî fîlma derhênera Mexribî Meryem Bekir a bi navê “Dayîkan” hatiye pêşandan û got: “Di vê fîlmê de mijara jinên ezeb dihat destgirtin. Fîlma “Azadiya Zeviyan” a ku îro hat pêşandan jî behsa futbola jinan a li Libyayê, serdema Bihara Ereb û felaketên sosyo-siyasî yên çêbûn dike. Hefteya li pêş jî dê fîlma bi navê “Li bin dara hêjîrê” were pêşandan û da zanîn ku ev fîlm jî li ser xeyalên ciwanan û têkiliyên tevlîhev ên di navbera wan de ye.”
Futbola jinan tê wateya berxwedan û bêminetiyê
Kalevana futbola jinan Rawiye Belmekdem tecrubeya xwe ya ku dişibe ya qehremanên di fîlm de wiha vegot: “Divê jineke futbolvan a profesyonel, weke karekterên di fîlm de berxwedêr û têkoşer be lewre di civakên baviksalar de jin, weke ‘biyaniyên’ ku hewl didin bikevin qada aydê mêran e tên dîtin.”
Rawiye Belmekdem, got ku dema dest bi futbolê kiriye bi astengiyên malbatî re rûbirû maye û wiha domand: “Bavê min nedipejirand ku keça wê spora futbolê ya ku aydê mêran tê dîtin bike. Li gorî wê futbol li jinan nedihat. Ev yek ji bo bo min astengiyek mezin bû lê min dest jê berneda. Bi biryardarî min xebata xwe domand, tevlî antremanan bûm û di dawiyê de ji bo koma milî ya jinan hatim hilbijarti û tevlî turnûvayê bûm. Vê yekê ne tenê serkeftina di warê sporê de bû, di heman demê de nêrîna malbat û derdorê ya li dijî min guherî. Êdî bavê min û kesên ku li dijî min derketin fam kirin ku hezkirina min bêdawî ye û ez ê dest ji xeyalên xwe bernedim.”

Guherîna zihniyetê
Lîstikvana Kuluba Phoenix Marakeşê Fatiha Fatih, got ku ji zarokatiya xwe ve bi zarokên taxê re bi topê dilîst û behreya xwe wisa keşf kiriye û da zanîn ku piştî ku cîranan behreya wê fam kirine, ji bavê wê re pêşniyar kirine ku wê li kulubek binivîsîne, bavê wê jî di dawiyê de îkna bûye.
Li gorî Fatiha Fatih tevî ku hinek bav hê jî li dijî lîstina futbolê ya keçên xwe derdikevin jî; di salên dawî de zihniyeta gelek kesan guheriye û wiha dibêje: “Serkeftina tîma me ya neteweyî ya jinan di Kubaya Cîhanê ya dawî de bû sedem ku gelek bav ji behreyên keçên xwe bawer bikin. Êdî ew jî hewl didin keçên xwe bişînin kulubên profesyonel.”
Fatiha Fatih bi peyama fîlm ve girêdayî got ku di navbera jinên futbolbaz ên Libyayê de, gelek tiştên ji hev hene û wiha bi dawî kir: “Hê jî li dijî futbolbazên jin nêrîneke biçûkdîtî heye lê qehremanên di fîlm de bi berxwedana xwe peyamek baş dan. Ew jî çûyîna li pey xeyalan e. Di mercên ku ewlehî tunebû de bi şev bi awayê veşarî entreman dikirin. Ji bo wan fotbul macerayeke bi xeteran dagirtî bû.”