Rapora NY: Yekîneya 'Zeynebiyat' a Hûsiyan zextê li jinan dike
Rapora Neteweyên Yekbûyî ya li ser Yemenê ya 2025’an eşkere kir ku yekîneya jinan a bi navê "Zeynebiyat" ku li herêmên di bin kontrola Hûsiyan de dixebite, di zext û binçavkirinên sîstematîk ên çalakvanên jin û xebatkarên alîkariyê de cih digire.
Navenda Nûçeyan – Rapora Neteweyên Yekbûyî ya sala 2025’an a li ser Yemenê zêdebûneke xeternak di çalakiyên "Yekîneya Zeynebiyatê" ya girêdayî Hûsiyan de eşkere kir. Di raporê de tê îdîakirin ku ev yekîneya ewlehiyê ya bi pêşengiya jinan di tepeserkirin, binçavkirin û binpêkirinên mafên mirovan ên sîstematîk de li deverên di bin kontrola rêxistinê de roleke sereke dilîze.
Di rapora tîma NY de wiha hatiye gotin, "Hûsiyan ev yekîneya jinan ji bo armancên ewlehî û îstîxbaratê ava kirine. Endamên Zeynebiyatê, ku bi ajansên ewlehî û îstîxbaratê re dixebitin, beşdarî serdegirtinên malan dibin, jinan digirin û çalakvan û jinên ku di alîkariya mirovî û medyayê de dixebitin lêpirsîn dikin. Ew her wiha bûyerên giştî û çalakiyên sivîl dişopînin."
Ji bo tepeserkirina muxalîfên jin hat damezrandin.
Di raporê de hat diyarkirin ku endamên Zeynebiyatê bûne amrazek bi bandor a tepeserkirinê ji bo tirsandina muxalifên jin û bêdengkirina dengên jinên serbixwe. Her wiha hat destnîşankirin ku gelek jin bi awayekî neqanûnî hatine girtin, lêdan û di girtîgehên veşartî yên paytextê de hatine girtin.
Tîma NY her wiha ragihand ku yekîne di bin çavdêriya rasterast a "rêxistina ewlehiyê ya pêşîlêgirtinê" ya Hûsiyan de dixebite û endamên wê perwerdehiya ewlehî û îstîxbaratê ji pisporên Îranî û yên girêdayî Hizbullahê digirin. Ev perwerde çavdêriya meydanî, berhevkirina agahiyan û teknîkên lêpirsînê dihewîne.
Di raporê de hat nirxandin ku "çalakiyên yekîneya Zeynebiyatê sembola xurtkirina dewleta polîs di bin desthilatdariya Hûsiyan de û bikaranîna jinan ji bo tepeserkirina jinên din e."