Li Efganistanê di Çile û Sibatê de 26 jin û 2 zarok ji ber tundiya mêr mirin
Di mehên Çile-Sibatê de, jinên li Efgansitanê ne tenê bi şertên giran re, bi tundiya di nava malê, komkujî û mirinên bi guman ên zêde dibin re jî têdikoşin. Di van du mehan de 26 jin û 2 zarok ji ber tundiya mêr mirin.
BAHARÎN LEHÎb
Efgansitan – Mehên bi berf û hişk ên Efganistanê, kolan û mal wek siyek tarî dikeve ser jiyana gelek jinan. Tundiya di nava malê de, komkujiyên jinan û mirinên bi guman ku di mehên Çile-Sibatê de zêde bûne, krîzên li welat di mijara mafê jinan û ewlehiya wan de dijîn carek din radixe ber çavan. Jiyanên ku di nava bêdengiyê de divemirin, tenê bi avakirina tabloyek bi êş ne sînordar e, di heman demê de zextên pergala siyasî û civakê li ser jinan jî radixwe ber çavan.
Tundî tê normalkirin
Ji ber nebûna mekanîzmayên bi bador ên destekê û xwegihandina saziyên serbixwe yên darazê û xizmetên psîkolojîk, krîza tundiyê zêde dibe. Gelek komkujiyên jinan û mirinên bi guman nayên qeydkirin, an jî bi awayek rast nayên lêkolînkirin. Rola medya û civaka sivîl di nîşandana van bûyeran de, xwedî girîngiya jiyanî ye, lê belê bêdengî rê li ber normalkirina tundiyê vedike. Li Efganistanê di mehên Çile-Sibatê de 26 jin û 2 zarok ji ber tundiya mêr mirine.
Bûyerên tundiya li dijî jinan di meha Çile-Sibatê de wiha ne:
“* Di 4’ê Çileyê de li bajarê Calalabad, jinek ji aliyê mêrek xizmê xwe ve hate qetilkirin.
* Di 5’ê Çileyê de, li ber Wezareta Maliye ya Kabîlê, jinek ciwan ji aliyê mêrê pê re zewicî ve bi çekê hate qetilkirin.
*Di 6’ê Çileyê de li navçeya Asmar a wîlayeta Kunarê, di encama teqînekê de jinek û zarokek mirin, zarokek birîndar bû.
* Di 8’ê Çileyê de li navçeya Bala Murghab a wîlayeta Badghisê, jinek ji aliyê mêrê ku pê re zewicî ve hate qetilkirin.
* Di 10’ê Çileyê de li Rojavayê Kabîlê zarokek keç a 11 salî, ji ber tundiya di nava malê de bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
* Di 15’ê Çileyê de li navçeya Qaîsar a wîleyeta Faryabê du jinên ciwan û jinekê jiyana xwe ji dest dan û zarokek birîndar bû.
* Di 18’ê Çileyê de li navenda Kabîlê cenazeyê jinekê di deryayê de hate dîtin.
* Di 19’ê Çileyê de di êrîşa li dijî restoranta Çînê ya li Kabîlê de 4 jin û zarokek hatin qetilkirin.
* Di 25’ê Çileyê de li navçeya Qadis a bajarê Badghisê, jinek ducanî, ji ber kêmaniya derfetên tenduristî û dermanan jiyana xwe ji dest da.
* Di 1’ê Sibatê de, li navçeya Spin Boldak a wîlayeta Kandaharê, cenazeyê sê jinên ku şopên îşkenceyê li ser bûn hat dîtin.
* Di 11’ê Sibatê de li navenda wîlayeta Semengan, jinek 20 salî, di encama tundiya ku ji aliyê birayê wê ve hat kirin de, hate qetilkirin.
* Di 13’ê Sibatê de li herêmên 12’an a Kabîlê, Nagîna û bavê xwe Ata Muhammad, ji aliyê kesên bi çek ve li kêleka rê hatin qetilkirin.
* Di 15’ê Sibatê de rojnamevan Anuşe Muhammadî, li Kabîlê ji aliyê kesên bi çek ve hate qetilkirin. Şahidan diyar kirin ku ev bi mehan e ji aliyê Talîban ve gef lê tê xwarin.
* Di 15’ê Sibatê de li Feyzabad a wîlayeta Badakhshanê keçek, ji ber zextên psîkolojîk bi awayek guman jiyana xwe ji dest da.
* Di 16’ê Sibatê de li wîlayeta Heratê, jinek ciwan piştî hate revandin, cenazeyê wê radestî malbatê kirin.
* Di 16’ê Sibatê de li bajarê Nangarharê li dibistanek taybet cenazeyê du jinên ciwan hate dîtin.”