Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome

Çalakvanên Wargeha Mexmûrê, zêdetirê saleke bi biryardariyek xurt Çalakiya Nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, didomînin.

Mexmûr – Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Çalakiya Nobetê a ku di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 553’emîn de bi dewirgirtina koma 109’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 108’emîn Ehmed Apaydin axivî.

‘Divê demil dest Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe’

Ehmed Apaydin, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku yekane armanca wan azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha axivî: “Rêber Apo 26 sal in li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Piştî 44 mehan Rêber Apo re hevdîtin pêktên. Lê armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Divê demil dest Rêber Apo bi awayekî fîzîkî azad bibe.”

‘Yekane rêya çareseriya pirsgirêkan Rêber Apo ye’

Ehmed Apaydin, diyar kir ku dewleta Tirk hem qala pêvajoyê dike û hem jî êrişê gelê Kurd dike û wiha got: “Yekane rêya çareseriyê pirsgirêkan Rêber Apo ye. Ger fikir û felsefeya Rêber Apo neyê esas girtin û Rêber Apo fîzîkî azad nebe, wê pêvajoya çareseriyê pêkney.”

Ehmed Apaydin, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Li seranserê Kurdistanê û cîhanê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê kirin. Em bang li tevahî gelê Kurd û ciwanan dikin xwedî Rêber Apo derbikevin û ji bo azadiya wî ya fîzîkî dev ji çalakiyên xwe bernedin. Heta Rêber Apo azad nebe, tu kes ji me azad nabe.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ dawî bû.