Înfaza cezayê darvekirinê ya ji bo Pexşan Ezîzî hatibû dayîn hat rawestandin
Yek ji parêzerên Pexşan Ezîzî Maziyar Tataî di daxuyaniya xwe de ragihand ku biryara cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî hatiye rawestandin.
Navenda Nûçeyan – Yek ji parêzerên rojnamevan Pexşan Ezîzî ku li girtîgeha Êvînê girtî ye Maziyar Tataî, di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de ragihand ku biryara cezayê darvekirinê ya Pexşan Ezîzî hatiye rawestandin.
Maziyar Tataî di daxuyaniya xwe de ev tişt anî ziman:
"Îro bi hevrêyê xwe birêz Amir Reyîsiyan re ji bo daxwaza ji nû ve darizandina Pexşan Ezîzî me serî li Dadgeha Bilind da. Heyeta ku daxwaza ji nû ve darizandinê nirxand, li gorî xala zêde ya xala 478'an a Qanûna Cezayê daxwaza rawestandina înfazê qebûl kir."
Heta niha ne diyar e ku ev biryar dê bandoreke çawa li ser rewşa Pexşan Ezîzî ku li Girtîgeha Êvînê girtî ye, bike.
Rawestandina biryara îdama ya Pexşan Ezîzî di dema rojevên grevên mezin li bajarên Rojhilatê Kurdistanê, ji aliyê jinan ve li seranserê Îranê gireva birçîbûnê ya 2 rojî ya girtiyên jin ên li Girtîgeha Êvînê û piştgiriya rêxistinên sivîl û çalakvanan pêk hat.