Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armancamîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, di roja xwe ya 492’emîn de bi dewirgirtina koma 97’emîn didome.
Mexmûr- Çalakiya Nobetê a ku li Wargeha Penaberan a ŞehîdRûstem Cûdî (Mexmûr) di 20'ê Tirmeha sala 2023'an de bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 492’emîn de bi dewirgirtina koma 97’emîn didome. Beriya ku çalakî were dewirgirtin ji bo cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 96’emîn Hisên Kara axivî.
‘Rêber Apo bû ronahî û hêviya gelan’
Hisên Kara, di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdek giran de ye û wiha axivî: “Rêber Apo di bin tecrîd û îşkenceyek giran de ye. Dewleta Tirk dixwaze gel û Rêbertî ji hev qut bike. Berxwedana Rêber Apo ya li Îmraliyê û fikir û felsefeya wî hemû êrişên dewleta Tirk û hevkarên wî vala derxist. Fikir û felsefeya Rêber Apo belavî cîhanê bû û Rêber Apo bû ronahî û hêviya gelan.”
Hisên Kara, da zanîn yekane çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û got: “Divê tecrîda li ser Rêberê me bê rakirin û azadiya wî ya fîzîkî misoger bibe. Erk û berpirsyartiya gelê Kurd û ciwanên Kurd mezinkirin têkoşîn û berxwedanê ye. Em bang tevahî gelê welatparêz dikin ku ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo têbikoşîn. Em ê wek gelê wargeha Mexmûrê heta dawî li ber xwe bidin.”
Merasîm bi dewirgirtina koma 97’emîn û dirûşmeyên bi dawî bû.