Çeteyên HTŞ’ê êrîş birin ser jinên ku dagirkeriya li Idlibê protesto dikirin

Hate hînbûn ku li Îdliba ku ji aliyê dewleta Tirk û HTŞ’ê ve hatiye dagirkirin, jinan bi daxuyaniyekê xwestin dawî li dagirkeriyê, girtinên keyfî bê anîn û kesên hatine girtin, bên berdan.çeteyan bi cop û gazê êrîşê jinan kir.

ASÎNAT EL-MUHAMMED

Idlib- Komek jinan polîtîkayên dagirkeriyê yên li Idlibê ku di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) de ye, protesto kirin. Di çalakiya li Meydana Saetê ya li navenda Îdlibê hat lidarxistin de jinan bal kişandin ser binçavkirinên keyfî û xwestin kesên girtî demildest bên berdan.

Hate hînbûn ku komên girêdayî HTŞ’ê êrîşî jinên berxwedêr kirine. Di dema êrîşê de çeteyan gaza îsotê avêtin û bi daran îşkence li jinan kirin. Li gorî agahiyên welatiyên derdorê di êrîşê de hin jin birîndar bûne, hin ji wan jî hatine binçavkirin.

Li bajarê ku ji aliyê dewleta Tirk û HTŞ’ê ve hatiye dagirkirin, hemû çalakiyên demokratîk ên heta niha hatine lidarxistin rastî êrîşan hatin û hewl dan bên tinekirin. Di Îlona îsal de 7 jinên ku polîtîkayên HTŞ’ê protesto kirin hatin girtin.

Her wiha hate hînbûn ku li gundên weke Deyr Hesan, Kilî, Es-Sahîra û Hazano jinan ji bo dawî li dagirkeriya HTŞ û dewleta Tirk bînin û yên girtî serbest bên berdan çalakî li dar xistin.