Li dijî mafên jinan gefa ku zêde dibe: Tundiya dîjîtal

Tundiya dîjîtal bi nebûna zagonên pêşîgirtinê yên parastina jinan, veguheriye diyardeyek bi metirsî gefê li ewlehiya derûnî û civakî ya jinan dixwe. Jinên Iraqî diyar kirin ku divê jin li dijî zêdebûna tundiya dîjîtal haydar û şiyar bin.

AFRAH SHAWQÎ

Paris – Parêzvanên mafên jinan û rojnamevanên Iraqî, destnîşan kirin ku tundiya dîjîtal ne binpêkirinek takekesî ye, pirsgirêkek e tevahî civakê eleqeder dike û bi lezgînî pêdivî bi zagonên ku jinan ji van êrîşên plankirî diparezîn heye.

Yek ji jinên rastî vê tundiyê hatiye diyar kir ku rojek bi peyamekî ecêb ji hejmarekî nenas hatiye telefona xwişka wê re jiyana wê serûbin bûye. Ji ber van peyaman ji perwerdeya xwe ya zanîngehê bêpar maye û ger dayik û xwişka wê mudaxele nekiribûna dê bibûya hedefa tundiyê. Piştre, derket holê ku van peyaman ji peyamên evîndarî û wêneyên ku weke ji reqema wê hatibe şandine pêk te. Armanc ew bû ku bi awayekî aborî şantaj lê bikin. Dema şantaj vala hat derxistin, kiryar xweset wê di nava malbatê de bêrûmet bike.

Qeydên Polîsên Civakî û Tîma Têkoşîna li dijî Şantajê ya girêdayî Wezareta Karên Hundir a Iraqê, nîşan dide ku bi taybetî jin gelek caran bi tundiya dîjîtal, şantaj, gef û bêbextiyê re rû bi rû tên.

Tundiya dîjîtal a li dijî jinan zêde dibe
Tundiya dîjîtal li dijî jinan êdî ji bo civakê gefek mezin e. Rêxistek ewlehî û parastina dîjîtal, ragihand ku bi bûyerên tundiya dîjîtal a li dijî jinan zêde bûye lê jin ji bo parastina xwe ya li dijî van gefan ne xwedî agahiyên berfireh in. Ev bûyer di hawirdoreke ku teknolojî û zekaya çêkirî zû bi pêş dikeve û jin bi awayekî zêde beşdarî medyaya dîjîtal dibin de, tê jiyîn.

Qada dîjîtal ji bo şantajê tê bikaranîn

Çalakvana mafên mirovan û rojnamevan Nura El-Qaysî, wiha got: “Ez jî bi riya hesabekî sextet ya Facebookê rastî şantaj û bêbextiyê hatim. Bi bkaranîna wêneyên min jin rastî gefan hatin.”

Nura El-Qaysî, diyar kir ku di dema protestoyên sala 2019’an de alîkarî daye jinan û anî ziman ku jin di medyaya dîjîtal de rastî kampanyayên bêrûmetkirin û biçûkxistinê hatine. Nura El-Qaysî bi gotinên: “Ev ne êrîşek takekesî ye, plankirî û pergalî ye” û diyar kir hinek bersûc jî di wezaretên karên hundir û ewlekariyê de kar dikin. Nura El-Qaysî, destnîşan kir ji bo jinan kampanyayên zanebûnê yên bi vîdyoyan mafên wan ên hiqûqî vedibêje pêk anîne û hinek ji van şantajan bi riya medyayê îfşa kirine.

Tundiya dijîtal ji bo jinan gefek e

Perwerdekara ewlekariya dîjîtal a Wexfa Perwerdeyê ya Nama Medya Raca Hamîd, bal kişand ku tundiya dîjîtal pirsgîrekek mezin e, gefê li jinan dixwe. Raca Hamîd, anî ziman ku jin li gorî berê zêdetir rastî bêbextî, gef, belavkirina naverokên taybet û tacîza dîjîtal tên.

Raca Hamîd bi gotinên; “Di belavbûna vê tundiyê de yek ji bandorên herî mezin kêmbûna zanebûnê ya di mijara ewlehiya dîjîtal û pêkanîn netêrker ên zagonî ye”, bal kişand ku divê zagon alîgirên jinan bin. Raca Hamîd, diyar kir ku di civakê de hebûna sûcdarkirina jinên mexdûr jî dibe sedem ku jin tiştên dijîn veşêrin.

Raca Hamîd, destnîşan kir ku civaka sivîl neçar e kampanyayên zanebûna dîjîtal bide destpêkirin û divê ji bo jinan di mijarê ewlekariya hesab û parastina daneyan de perwerde bê dayîn. Her wiha Raca Hamîd diyar kir ku ger zagonên zelal ên tundiya dîjîtal wekî sûc dibînin bikevin meriyetê wê bibe gavekî bi bandor ji bo sûcdar bên cezakirin.
Rojnamevan jî tên hedefgirtin

Rêvebera Komeleya Parastina Azadiya Çapemeniyê ya Iraqê Riya Faîq, diyar kir bi taybetî jî rojnamevan û parêzvanên mafên jinan mexdûrên şantaja dîjîtal in. Riya Faîq, da zanîn ku ruxmê  pêşnûmeya Zagona Cezayên Elektronîk hatiye amedekirin jî heta niha neketiye meriyetê û wiha got: “Jin carna serî li yekîneya şantaja dîjîtal a girêdayî Wezareta Karên Hundir bidin jî cezayên tên ne bandorker in.”

Riya Faîq, ragihand ku sûîqesdên bêbextî yên li ser platformên dîjîtal ên li dijî rojnamevanan dibin sedema pirsgirêkên cidî yên derûnî û malbatî û carna jinên ku xwekuştinê jî difikirin hene. Riya Faîq, bal kişand ku bi taybetî piştî li dijîderketina jinan a Zagona Rewşa Kesane, êrîşên li ser jinan zêde bûne û wiha got: “Hinek mêrên oldar, bi hedefnîşandana jinan gefên kuştinê xwarin.”

Riya Faîq, destnîşan kir ku divê demildest zagonek ku wê tundiya dîjîtal bi tundî ceza bike, bê derxistin û divê pêşketina teknolojîk bi zemîneke zagonî ku wê ewlehiya dîjîtal a jinan misoger bike, bê piştgirîkirin.

Jin ji ber zexta civakî bêdeng dimînin
Çalakvan Tayîbe Îmad, da zanîn ku divê polîsên civakî li mexdûrên jin li gorî esasê veşartî guhdar bikin, bi ekîbên taybet ên ji jinan pêk tên û bi riya xetên lezgîn piştgiriyê bike. Tayîbe Îmad, diyar kir ku di rewşa heyî de zagonek vekirî ya tundiya dîjîtal vekî sûc bihesîbine nîn e û got ku jin gelek caran ji ber zextên civakî bêdeng dimînin.

Tayîbe Îmad bi gotinên; “Bûyerên ku jin rast tên bêyî bên teyîtkirin tên belavkirin û ev yek jî pirsgirêke mezintir dike” da zanîn ku zanabûna zagonî û amedekirina zagonên vekirî di parastina jinên mexdûr de gavekî bingehîn e.

Dane

Li gorî lêkolîna rêxistina civaka sivîl Ansm Foundation a ku li Iraqê têkildarî mafên dîjîtal dixebite, ji 117 jinan 81 rastî tundiya dîjîtal hatine. Ev nîşan did ku rêje ji sedî 69 e.

Li Herêma Kurdistanê jî rewş ne cuda ye. Zagonên heyî, şantajên dîjîtal tenê bi 3 meh heta salekî cezayê girtîgehê û 750 hezar û 3 milyon dînarên Iraqî (nêzî 500 heta 2 hezar dolar) cezayê pere sînordar dikin. Lê rexneyên ku dibêjin cezayên tên dayîn ne bi bandor in û zagonên heyî bi awayekî vekirî sûcên sîberê pênase nakin, zêde dibin.

Weke encam, pispor daxwaz dikin ku zagonên heyî bên nûkirin û li gorî guhertinên civakî werin çêkirin. Tenê di sala 2022’yan de li Kurdistanê 2 hezar û 576 bûyerên bikaranîna xirab a amûrên ragihandinê hatin tomarkirin. Ev hejmar, li gorî salên berê zêdebûn tomar kiriye û derxist holê ku li dijî tundiya dîjîtal pêdivî bi têkoşîneke zagonî û civakî ya bi bandortir heye.