Li dijî Kombûna Jinan a Zenûbiya êriş: Nikarin îradeya me bişkînin

Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya têkildarî êrişa çeteyên DAIŞ’ê yê li ser avahiya kombûnê axivî û got: “Riya me, riya têkoşîn û berxwedanê ye lê tevî hemû astengiyan em bi ser ketin. Nikarin bi êrişan îradeya me bişkînin.”

NÛR EL-EHMED

Reqa – Li kantona Dêrezorê ya Bakur Rojhilatê Sûriyeyê beriya çend rojan şaneyên DAIŞ’ê agir bera navenda Kombûna Jinan a Zenûbiya dabûn, bertekên li dijî êrîşê her diçe zêde dibin.

17’ê Cotmehê, komeke girêdayî DAIŞ’ê, li bajarokê Abu Hemam ê Dêrezorê, agir bera avahiya Kombûna Jinan a Zenûbiya da.

Di êrîşê de zirara madî çêbû. Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya, Şehrezad El-Casim li ser êrîşê daxuyanî da diyar kir ku ev êrîş ‘hewldaneke tirsonek’ e û got: “Negihîştin armancên xwe; îradeya jinên azad bi tu êrîşan naşikê û dê jin tu carî teslîm nebin.”

Şehrezad El-Casim, bal kişand ku avakirina Kombûna Jinan a Zenûbiya girîng e, li herêmê yek ji kevirên bingehîn ên pergala neteweya demokratîk e û wiha domand: “Piştî ku DAIŞ bi ked û fedakariya Hêzên Sûriyeya Demokratîk ji herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hat paqijkirin, ji bo pêşîgirtina şîdeta li ser jinan sazî hat avakirin. Diviyabû rola jinan a ku bi salan ji wan hatibû girtin ji nû ve bi sazî û xebatan zindî bûya.”

‘Jin piştî şoreşê hem li mala xwe hem jî di hemû warên civakî de bûn xwedî rol’

Li gorî Şehrazad El-Casim sedsala 21’emîn sedsala “azadiya jinan e” ji ber vê yekê çawa ku tevgera azadiya jinan xebatên xwe zêdetir kiriye di heman demê de rasterast bûye hedef û wiha berdewam kir: “Jin hem li mala xwe hem jî piştî şoreşê di hemû warên civakê de bûn xwedî roleke pêşeng. Vê rewşê dijberî polîtîkayên zihniyeta radîkal e. Ji ber bê yekê, weke nûnera fikrên azadiya jinan, hem ji hundir hem ji derve ve dibin hedef. Armanc şikandina îradeya jinên azad e, derbeya li destkeftiyên şoreşê ye. Bi vê yekê hewl didin di nava civakê de pêşî li vê yekê bigrin û vegerînin serdema cahîliyeyê.”

‘Ji bo hemû jinên ku hatine çewisandin şîdetê dîtine û li azadiyê digerin em dixebitin’

Şehrazad El-Casim diyar kir ku armanc bi êrîşa li dijî avahiya Meclîsa Kombûna Jinan a Zenûbiyayê, li gundê Hemam ê Dêrezorê pir zelal e û wiha got: “Lewre ev kombûn, mafên jinan diparêze, daxwaza mafên wan dike û lêgerîna edaletê ye. Di heman demê de hewl dide ji pirsgirêkên civakî û malbatê re çareseriyan bibine, pêşî li zewacên di temenê zarokatiyê de û pirzewaciyê bigre. Ev jî ne li gorî zihniyeta zihniyeta serdest a mêr, bi temamî dijberî wê ye. Ev ne êrîşa yekem e li dijî jinan. Em her dem rastî peyamên bi gef, hewldanên revandin û sûîqesdê tên. Dibêjin qey dê me bitirsînin û îradeya me bişkînin lê dijberî wê bû. Bi van êrîşan îradeya me mezintir dibe, berxwedêriya me zêdetir dibe. Em ê têkoşîna xwe ya di riya azadiyê de bidomînin; ji bo hemû jinên ku hatine çewisandin, şîdetê dîtine û li azadiyê digerin em ê şerê xwe bidomînin.”

‘Em ê bi rêgezên xwe têkoşîna xwe bidomînin’

Şehrazad El-Casim diyar dike ku rêxistinên jinan ji bo hemû jinên li herêmê sîwana parastinê ne û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Em ê bi rêgezên xwe têkoşînê bidomînin. Bi dirûşma ‘Jin, jiyan, azadî’ em ê pêşî li hemû destkeftiyên şoreşa jinan biparêzin û peşî li hemû fitneyên mezhebi bigrin. Bersiva me ji kesên li dijî azadiya jinan in re dê pir hişk be. Ez bang li komên vê êrêşê kirine dikim: Hûn dibêjin qey jin qels in, nikarin xwe biparêzin lê hûn xelet in. Jin xwedî îradeyeke mezin in, li dijî tu êrîşê radest nabin. Dê tu carî nebin amûrên pergalên ku wan kirine kole, girtine bin zextê û wan nepejirînin.”

‘Hûn avahiyan bişewitînin jî em ê bidomînin pêwist be em ê di konan de karê xwe bikin’

Şehrezad El-Casim, bal kişand ser têkoşîna jinan a li Dêrezorê û wiha bidawî kir:
“Em di hemû waran de rola xwe îsbat dikin, ji bo avakirina aştiyê, beşdarî û nûnertiya bi bandor a di destûra nû ya Sûriyeyê de têkoşîna xwe didomînin. Yekîtî û hevgirina jinan çeka me ye. Hûn çend avahiyan bişewitînin jî; em ê bidomînin. Ger pêwist be em ê di konan de bixebitin. Jinek bi tenê jî bimîne dê ev têkoşîn bidome. Riya me, riya têkoşîn û berxwedanê ye lê tevî hemû astengiyan em bi ser ketin. Jinan ji bo nasname û mafê gotinê gelek bedel dan.”