Li Cezayîrê jin di xebatên paqijkirina mayînan de cîh digirin
Komên jinên Sehrayî yên Cezayîrê, li herêmên çolwar, pêşengiyê ji paqijkirina mayînan re dikin. Ew tevî karê xwe di heman demê de dibin mînaka hêz û piştgiriya ji bo avakirina jiyana bi ewle.

RABÎA XUREYS
Cezayîr – Li herêma rojavayê Sehrayê, li rojhilatê dîwarê leşkerî ku bajaroka Lahlu “Bîra Şirîn” û herêma Umheyrîz ku her dem mirin lê heye; Ayşe Ebdulwedûd a Sehrayî û hempîşeyên xwe, li qadên ku bi navê “zeviyên mirinê” tên zanîn dixebitin. Bi taybetî hewl didin mayînên ku di tevahiya dîwarê leşkerî de hatine bicîhkirin paqij bikin. Ev dîwarê leşkerî 2 hezar û 720 kîlometre dirêj e, di cîhanê de cihê herî mezin ê mayîn lê hatine bicîhkirin e. Di astên cuda de ji 7 milyonî zêdetir mayînên bicihkirî, bermahiyên şer û bombeyên mîsketê hene.
Têkoşîna jinên Sehrayî ya bi mayînan re
Ayşe Abdulwedûd, diyar dike ku ew di sala 2019’an de tevlî Koma Desteka Têkoşîna bi Mayînan a Jinên Sehrayî bûye û li herêmên ku vê xetera mezin heye, xebatên haydarkirinê dike û wiha dibêje: “Em li ser tiştên ku divê di dema dîtina mayînên binaxkirî û cîhazên bi teqemenî de werin kirin, pêşniyaran dikin. Piştî min ji perwerdekarên Sehrayî perwerde girt di vî warî de xebitîm. Ev koma ku ji jinan pêk tê, hewldaneke dilxwaz a kampên penaberan ên Sehrayê ku li bajarê Tindûf ê Cezayîrê ye, pêk tê. Ev hewldana ku li herêmê yekem car di bin pêşengiya jinan de ye, di warê xeterên mayînên ku li herêrêmên derdorê hatine bicîhkirin de, haydarbûnê çêdike û hewl dide pêşî li mirina ji ber mayînan bigre.”
Li gorî daneyên ku ji aliyê Ofîsa Koordînasyona Xebatên Mayînan a Sehrayê ve hatine weşandin; li herdu aliyên dîwarê leşkerî bi giştî 6 hezar kes jiyana xwe ji dest dane. Di nav wan kesan de şivan, gelên koçber, jin, zarok û endamên komên paqijkirina mayînan hene.
‘Jinên ducanî û yên bebikên wan hene jî tevlî xebatê dibin’
Ayşe Ebdulwedûd balê dikşîne ku tevî mercên civakî û tenduristî yên zor jî gelek jinên Sehrayî, bi cesaret vî karî dikin û wiha dibêje: “Hinek jinên di komê de di meha duyem a ducaniya xwe de hinek jî bebikên xwe li ba dayîkên xwe dihêlin û berê xwe didin van herêmên bi xeter ên mayînan, ji bo paqijkirinê peywir distînin.”
Li gorî agahiyên ku ji komê hatine girtin, heta niha operasyonên paqijkirina mayînan tenê li aliyê rojhilat ê dîwar ango li herêmên çolwar ên hatine rizgarkirin çêbûne. Bi taybetî herêma tampon a 5 kîlometre ya tevahiya dîwar digre nava xwe de hatiye hedefgirtin.
Ayşe Ebdulwedûd bi vê mînakê balê dikşîne ser van rastiyan: “Ev kar peywireke pîşeyî nîne; bi temamî mirovî ye. Mixabin li ser cîhê hinek zeviyên mayînan nexşeyek tuneye. Hinek sedemên vê yekê hene; bi taybetî faktorên xwezayî yên ji ber avhewayê. Mînak di demsalên bi baran de, lehî avê ber bi herêmên bi mayîn ve dibe, ev yek jî peywira me zortir dike. Li hinek qadên din jî di dest me de nexşeriyên tekuzbûyî û dane hene, ev yek jî kar zortir dike.”
Jinên Sehrayî sembola berxwedan û têkoşînê ne
Ayşe diyar dike ku zoriyek din a di xebatên wan de çûnhatin û kêmasiya ekîpmanan e û wiha didomîne: “Tevî kêmbûna derfetan jî em hewl didin bi awayê herî baş karê xwe bikin, baweriya gel di warê ewlehiya axê de nû bikin. Hebûna jinan a di vî warî de, nîşan dide ku jinên Sehrayî sembolên berxwedan û têkoşînê ne. Bi vê yekê em dikarin hem ji bo civaka herêmî hem jî saziyên navneteweyî peyama xwe bişînin.” Ayşe diyar kir ku ew ji ber tevlîbûna vî karê mirovî bextewar û şanaz e. Ayşe hewl dide ku bi beşdariya atolyeyên perwerdeyê yên di bin çavdêriya pisporên Sehrayî ve tên lidarxisitin bibe û di warê paqijkirina mayînan de zanabûna xwe zêdetir bike.
Banga ji bo saziyên navneteweyî
Ayşe di dawiyê de bang li saziyên navneteweyî yên ku mayînan qedexe kirine û li hember wan têdikoşin dike û wiha dibêje: “Ji bo hikûmet berpirsyariya xwe bicîh bîne zextê lê bikin. Divê li ser ferz bikin ku tevlî peyaman Ottawa û Osloyê bibe. Bila nexşeyên mayînan teslîm bikin, di warê paqijkirina mayînan û xebatên haydar bûne de destek bidin. Divê herêmên di bin dagirkeriyê de û herêma tampon ji saziyên navneteweyî yên dixwazin mayînan paqij bikin re werin vekirin, lewre ew der ji bo ewlehiya gelê sivîl û mal û milkên wan gefeke mezin e. Hebûna mayînan li pêşiya hewldanên aştî û îstîqrarê yên li herêmê astengiyek mezin e.”