‘Li El-Faşêr û Kadugiyî kareseta birçîbûnê rû dide’

Li gorî rapora dawî ya Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatî weşandin, li bajarê El-Faşêrê ya li bakurê Darfur û bajarê Kadugî ya li başûrê Kordofan xela destpêkiriye.

Navenda Nûçeyan – Qeyrana mirovî ya li başûr û rojavayê Sûdanê kûrtir dibe. Li gorî rapora dawî ku ji aliyê Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatî weşandin, li bajarê El-Faşêrê ya li bakurê Darfur û bajarê Kadugî ya li başûrê Kordofan xela destpêkiriye.

Rewşa mirovî ya El-Faşêrê, piştî ku Hêzên Piştevaniya Lezgîn (RSF) bajar xist destê xwe giha asta karesetê. Di raporê de hate diyar kirin ku li dijî sivîlan komkojiyên komî, tecawîz û koçberiyên bi darê zorê tê jiyîn, têkiliya bi hezaran kesan re qut bûye û ji ber hilweşîna xizmeta civalî neçar mane ji bajar birevin.

Dibe ku pêla nûya koçê destpê bike

Di rapora IPC a bi piştgiriya NY’ê, hate destnîşan kirin ku ji Îlona 2025’an heta niha li El-Faşêr û Kagugî bi şert û mercên birçîbûnê re rû bi rû ye. Li gorî raporê, li herêmên şer lê didome, kêmaniya agahiyan, xeteriya ku birçîbûn belavî qadên berfireh bibe zêde dike. Tê texmînkirin ku ji derveyî Bakur, Başûr û Rojhilatê Darfur, 20 bajarên li Rojava û Başûrê Kordofan, wê di demê pêşiya me de pêla nû ya koçberiyê lê destpê bike.

Di raporê de hate îfadekirin ku di meha Îlonê de zêdeyî 21 milyon mirovan di astek cidî de ne temînata xwarinê dijîn. Tê pêşbînîkirin ku dê ev rewş herî kêm heta Gulana 2026’an bidome. Koordînatorên Bijîşkên sînornenas (MSF) ragihand ku hemû zarokên ku ji El-Faşêrê reviyane û xwe gihandin bajarokê Tawişa nîşaneyên kêm xurakê nîşan dane û yên mezin de jî ‘lewazbûna zêde û westiyayî’ ne.

Zêdeyî 36 hezar kesan cih û warên xwe terikandine

Li aliyê din Rêxistina Koçê ya Navnetewî (IOM) diyar kir ku li eyaleta Bakurê Kordofan zêdeyî 36 hezar kesan li gel dijwarbûna şer gund û bajarokên xwe terikandine. Piştî kontrola RSF’ê ya li ser bajarê El- El-Faşêrê der barê ‘li qadê înfaz, tundiya zayendî, êrîşên li dijî xebatkarên alîkariyê, bûyerên dizî û revandinê tê jiyîn de hejmarek zêde şahîdî derketin holê. Li bajarê ku têkilî qut bûyî de, dozgerên Dadgeha Cezayê Navnetewî (UCM), têkildarî îdeayên komkujiyên komî û êrîşên zayendî berhevkirina belgeyan didomînin. Şerê di navbera artêşê û Hêzên Desteka Lezgîn ku li Sûdanê ev du sal û nîvê didome, li seranserê welat rê li ber birçîbûna tund, kêmxwarin, koçberbûna bi milyonan mirov, bi taybet li herêma Darfur, zêdebûna komkujiyê etnîkî vekir.