‘Girtina malpera Nawaat biryarek siyasî ye’
Endama Yekîtiya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê Cîhan El-Luwatî, biryara girtina saziyên jinan mîna derbeyek li dijî civaka sivîl û azadiya çapemeniyê binavkir û got bi vê biryarê re rojnamavan bêkar tên hiştin.
NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis – Di demên dawî de li Tûnisê ji aliyê hikûmetê ve biryarên nakok tên girtin. Di nava van biryaran rawestandina xebatên rêxistinên civaka sivîl û medyayê û bi taybetî jî girtina komeleya rojnamevanan a malpera "Nawaat", Komeleya Jinên Demokratîk û Foruma Mafên Civakî û Aborî ya Tûnisê cihdigre. Ev pêkanînan, di çarçoveya maf û azadiyan de fikarên berfireh avakir; Yekîtiya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê van biryaran mîna gefek rasterast a li ser azadiya derbirînê û çalakiyên civaka sivîl dibîne û li dijî destkeftiyên şoreşgerî û Makezagona 2022’an dinirxîne.
‘Li dijî xebatên jinan derbeyek e’
Endama Yekîtiya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê Cîhan El-Luwatî, biryarên dawî yên ji aliyê hikûmeta Tûnisê ve hatine girtin nirxand û diyar kir sendîkayê biryar daye ku çalakiyên malpera Nawaatê ji bo mehekê rawestîne û navenda komeleyê bigre. Di heman hefteyê de, rawestandina çalakiyên Komeleya Jinên Demokratîk û Foruma Mafên Civakî û Aborî ya Tûnisê hate jiyîn. Cîhan El-Luwatî, divê mijarê de wiha got: "Em wekî sendîkayê, van biryaran li dijî çalakiyên civaka sivîl û azadiyên ku ji aliyê Makezagona a 2022an ve têne temîn kirin, mîna derbeyek dibînin."
‘Ev biryarek siyasî ye ku bi hincetên îdarî û darayî hatiye xemilandîn e’
Cîhan El-Luwatî, axaftina xwe wiha domand: “Ev biryar rûxmê biryara rawestandina çalakiyên malpera Nawaatê û belgeyên komeleyê yên şefafiyeta çavkaniyên wê yên darayî îspat dikin jî, hate dayîn. Ev biryarek siyasî ku bi hincetên îdarî û darayî hatiye xemilandîn e. Ev ne sepanek îdarî ya asayî ye; xelakek vekirî ya di pêvajoyek ku bi awayekî pergalî qada giştî ta li Tûnisê tasfiye dike ye. Ev yek hedefgirtina dezgehek medyaya lêkolînê ya pêşeng û binpêkirina mafê rojnamevanan a karê xwe bêyî tirsandinê pêkbînin e."
‘Azadiya çapemeniyê û mafê çalakiyên komeleyan ne lutfek hikûmetê ye’
Cîhan El-Luwatî, diyar kir ku azadiya çapemeniyê û mafê çalakiyên komeleyan ne lutfek hikûmetê ye, mafek makezagonî ye û ji bo hikûmetê neçariyek navneteweyî ye. Cîhan El-Luwatî, destnîşan kir ku bikaranîna rêveberî, dadwerî û hêzên ewlehiyê ya ji bo rûbirûbûna medyayê û civaka sivîl, paşveçûnek cidî ye.
Cîhan El-Luwatî, bi van gotinan qala zehmetiyên ku rojnamevan pê re rû bi rû dimînin kir: "Îro xebatên rojnamegerî derbe digre. Ne tenê rawestandina xebatêm komeleyan, nedayîna nasnameyên pîşeyî ya ji bo rojnamevanên Tûnisî jî pirsgirêkek mezin e. Rêziknameya bi Hejmar 54’an û Danezana bi Hejmar 19’an, hêj xwegihandina rojnamevanan a agahiyê asteng dike û dayîna wan a daxuyaniyên fermî asteng dike.”
Cîhan El-Luwatî, diyar kir ku ev hemû rasterast li dijî azadiya derbirînê û mafê welatiyan ê agahîgirtinê derbeyek e û rûxmê astengiyên heyî jî, rojnamevanên Tûnisî di xwegihandina agahiya rast û destnîşankirina nasnameya xwe ya pîşeyî de zehmetiyan dijîn.
Girîngiya Hevgirtinê
Sendîkaya Rojnamevanên Neteweyî ya Tûnisê, di civîna xwe ya berfireh a ofîsê de destnîşan kir ku pîşeya rojnamegeriyê di bin gefên civakî û aborî de û banga greva giştî kit. Ev gefan; mîna di medyaya giştî û taybet de şert û mercên dijwar ên xebatê yên rojnamevanan, rewşa aborî ya dezgehên medyaya taybet û nedayîna kartên pîşeyî hate rêzkirin.
‘Parastina yekîtiyê, yekane rêya parastina azadiyan e’
Cîhan El-Luwatî, girîngiya yekîtî û hevgirtina rojnamevanan wiha şîrove kir: "Em dixwazin ji hevpîşeyên xwe re bibîrbixin parastina yekîtiyê, yekane rêya parastina azadiyan, derbaskirina pirsgirêkên aborî û gihîştina agahdariyê ye.
Sendîka, ji endamên re bi pêşkêşkirina piştgiriya qanûnî re alîkariya dide ku li hember Rêziknameya bi Hejmara 54’an xwe ji sansurê dûr bixin. Cîhan El-Luwatî, wiha got:
"Azadiya çapemeniyê û xebatên komeleyan ne lutfa hikûmetê ye; mafekî bingehîne ku ji ajiyê makezagon û peymanên navneteweyî ve yên hikûmet girêdayî re têne temîn kirin e. Bikaranîna rêveberî, dadwerî û hêzên ewlehiyê ya ji bo rûbirûbûna medyayê û civaka sivîl, ji rêgezên rêveberiya baş dûrketinek cidî ye."
‘Rastî ji xweliyên xwe avadibe û digihîje cîhanê’
Cîhan El-Luwatî, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Birçî hiştina rojnamevanan, dengê wan bêdeng nake; berevajî birçîbûn dê tariyê ronî bike û her pariyek ku tê dizîn wê dengek bihêztir biafirîne. Rûxmê ku hikûmet hewl bide bi birçîbûnê re dengê rojnamevanan bêdeng bike jî, rastî ji xweliyên xwe avadibe û digihîje cîhanê."