Li Bexdayê li ser hêzdarkirina jinan semînerek hat dayîn

Lêkolînerên jin di semînera ku li Zanîngeha Bexdayê de hat dayîn de li ser girîngiya hêzdarkirina jinan, piştgiriya derûnî û akademik û belavkirina çanda diyalogê ji bo avakirina civakeke ewle û bê tundî nîqaş kirin.

RECAA HEMÎD REŞÎD

Iraq – Semînera bi navê “Rola jinan di avakirina civakeke bê tundî de” duh ji aliyê Navenda Lêkolînên Perwerde û Derûnî ve bi hevkariya Navenda Lêkolînên Jinan li zanîngeha Bexdayê hat lidarxistin. Di semînerê de bal hat kişandin ser rola jinan a di malbat, saziyên perwerdeyê û civakê de.

‘Rola jinan ji bo avakirina civakeke bê tundî gelek girîng e’

Dr. Hedîl Fadil diyar kir ku ji bo avakirina civakeke bê tundî pêdivî bi jîngeheke li ser bingeha rêzgirtin, têgihîştin û çareserkirina nakokiyan bi riya diyalogê heye. Hedîl destnîşan kir ku jin dikarin bi perwerdekirina zarokan, bilindkirina hişmendiyê û pêşxistina nirxên wekheviyê û toleransê di vê pêvajoyê de roleke girîng bilîzin.

Rêvebirina stresê û bidestxistina hevsengiyê

Dr. Rana Talib Yasîn jî bal kişand ser girîngiya rêvebirina stresê û hevsengiya di navbera berpirsyariyên malbatî, akademîk û pîşeyî de. Rana da zanîn ku birêxistinkirina demê, kontrolkirina hestan, parastina tenduristiya derûnî û bikaranîna diyalogê dikarin alîkariya jinan bikin ku bi astengiyan re baştir hevrû bibin û pêşî li nakokiyan bigrin.

Di semînerê de hat tekezkirin ku avakirina civakeke bê tundî tenê berpirsiyariya jinan nîn e, berpirsiyariyeke hevpar a jin û mêran, malbatê, saziyên perwerdeyê, medya û hemû pêkhateyên civakê ye.

Di dawiya semînerê de, pêşniyar hat kirin ku ji bo pêşxistina şiyanên rêvebirina stresê û kontrolkirina hestan, çalakiyên perwerdeyê bên organîzekirin, rola şêwirmendiya derûnî û perwerdeyê bê xurtkirin û jîngeheke ewle û bi piştgirî ji bo jinan di zanîngeh û cihên kar de bê avakirin.