Li Başurê Kurdistanê derçûyên zanîngehê nayên tayînkirin
Xwendekarên ji Başurê Kurdistanê ku zanîngeh temam kirine û bi fermî nehatine tayînkirin gotin: “Divê derfetên kar ji bo xwendekaran bên avakirin, da ku bikaribin bigihîjin hedefên xwe.”

ŞIYA KOYE
Koye – Li Başûrê Kurdistanê bi fermî tayînnekirina xwendekarên ku zanîngeh temam kirine, yek ji astengiyên berbiçav li pêşiya ciwanan e. Tayînnekirin dibe sedema zêdebûna rêjeya bêkarî, bêzarî û bêhêvîbûnê. Ev jî dibe sedem ku êdî bawerî bi xwendinê nemîne. Her wiha bandora neyênî li ser aboriya herêmê dike. Berdewamiya vê rewşê bûye sedema koçberiya ciwanan ber bi welatên derve ve.
Xwendekarên ku zanîngeh temam kirine û nehatin teyînkirin ji ajansa me re axivîn û bertekên xwe anîn ziman. Xwendekar xwestin ku tavilê rayedar li ser mijarê rawestin û ji bo ciwanan derfetên kar bên avakirin.
‘Bila derfetên kar bên avakirin’
Zêba Cehfer ku başa ragihandinê temam kiriye wiha behsa tayînnebûna xwe kir û got: “Ez dixwazin di qada xwe de bixebitim û bibim rojnamegerek serkeftî. Ji ber ku li welatê me weke mêran li jinan nanihêrin derfetên wan kêm in astengî li pêşiya jinan ku nikarin bi awayekî azad karê xwe bikin û ji bo wê jî hewceyî bi kedek zêde heye. Malbata min ji destpêkê ve piştegiriya min kir ji bo bikaribim xwendina xwe temam bikim. Niha divê ez alîkariya malbata xwe bikim lê belê mixabin heta niha jî dayîk û bavê me di aliyê aborî de alîkariya me dikin. Ji sala 2014’an ve tayînkirin hatiye sekinandin û ez bi hêvî li benda tayînbûnê me. Hêvî dikim ji bo hemû ciwanên ku xwendina xwe temam kirine derfetên kar bên avakirin. Em dibînin hemû derî li rûyê me hatine girtin û neçar in bi xwebexşî kar bikin û em nikarin heta hetayî bidomînin. Em ewqas sal dixwînin û tiştekî bi dest naxin. Bêhêvî dibin û em hatine paşguhkirin. ”
‘Tayînnekirin xwendekaran ji xwendinê sar dike’
Kuwêstan Faîq ku beşa Teknîka Karêgerî Kar li peymangehê temam kiriye wiha got: “Em dibînin heta niha kes nehatiye tayînkirin, ev jî bûye sedem xwendekar ji xwendinê sar bibin. Dema min xwendina xwe temam kir, min xwest ji bo belgenameya bilindtir bixwînim lê belê ew rewşa niha heye ku dibînim tayînkirin nîn e, ez jê sar bûm. Hevalên min hene dest ji dibistanê berdane, ji ber wê banga min ji hikumeta herêmê re ew e ku kesên xwendina xwe temam kirine tayîn bike, derfetên kar ava bike da ku bigihîjin hedefên xwe.”