Li bajarên cuda yên Îranê xwepêşandanên xwendekaran
Bi sedan xwendekaran li bajarên cuda yên Îranê ji ber zêdebûna giraniya navîniya notan û bandora şert û mercên şer li ser pêvajoya amadekariya azmûnê xwepêşandan li dar xistin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî dîmenên ku li ser tora dîjîtal hatine weşandin, îro bi sedan xwendekar li bajarên cuda yên Îranê li dijî sîstema perwerdeyê ya heyî û polîtîkayên îmtîhanan xwepêşandan li dar xistine û dirûşmên wekî "Xwendekar şiyar in, ji cudakariyê bêzar bûne", "Xwendekar dê bimrin lê şermezariyê qebûl nakin", "Me gelek gotin bihîstin lê edaletê nedît" û "Bes e ji zexta psîkolojîk re, jiyana me bidin me" qîr kirin.
Xwendekarên li Tehran, Hemedan, Meşhed û Îlamê li ber avahiyên Wezareta Perwerdeyê kom bûn da ku nerazîbûnên xwe li hemberî guhertinên dawî yên di qaîdeyên îmtîhanan û rêziknameyên navîniya notan de diyar bikin.
Bertekên li hemberî guhertinên nediyar ên ezmûnan
Di mehên dawî de, mijarên wekî zêdebûna giraniya navîniya notan li ser encamên dawî, guhertinên di awayê birêvebirina ezmûnan de û guhertinên dubare di bernameyê de ji hêla namzed û malbatên wan ve bi berfirehî hatine rexnekirin. Xwepêşander diyar dikin ku ev guhertin bêyî plansaziyeke zelal û aram hatine kirin ku hem di ezmûnên dawî de hem jî di pêvajoya amadekariya ezmûna zanîngehê de bûye sedema tevliheviyek girîng.
Zext û newekheviya psîkolojîk di perwerdeyê de
Xwendekarên xwepêşander her wiha tekez dikin ku van guhertinên di perwerdeyê de, digel bandorên krîz û şerê dawî, zexteke psîkolojîk a zêde li ser wan çêkiriye û çêkirina planên bi rêkûpêk ji bo pêşeroja wan dijwar kiriye. Li gorî wan, newekheviya di gihîştina derfetên perwerdeyê de û bêaramiya di çêkirina polîtîkayan de hesta neheqiyê di nava namzedan de zêde kiriye.
Ev xwepêşandan berdewamiya xwepêşandanên belavbûyî yên li dijî polîtîkayên perwerdeyê û ezmûnan di mehên dawî de ye ku nerazîbûna zêde di nava xwendekar û malbatan de ji pergala nirxandin û bicihkirinê li Îranê nîşan dide.