Li Bahayê komkojî: 9 jê jin 47 kes hatin qetilkirin

Hêzên Piştgiriya Lezgîn, li bajara Barayê ya Bakûrê Kordofanê komkojiyek pêkanî û 9 jê jin 47 kesan li malê wan qetilkir.

Navenda Nûçeyan – Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li bajarê Barayê ya Bakurê Kordofanê komkojiyek pêkanî û 9 jê jin 47 kesan qetilkir.

Tora Bîjîşkên Sûdanê, ragihand di komkujiya ku milîsên Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve li bajarê Barayê ya li eyaleta Bakurê Kordofanê pêkanî de, 47 kes hatin qetilkirin.

Tora Bîjîşkên Sûdanêpiştrast kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn li El Faşer a Bakurê Darfûrê êrîşê nexweşxane û navendên bijîşkî,  xebatkarên tenduristiyê û nexweşan kirine û navendên bijîşkî hilweşandiye. Torê, vê yekê mîna "binpêkirinek eşkere ya qanûn û normên navneteweyî" bi nav kir.

Tora Bîjîşkên Sûdanê, da zanîn Hêzên Piştgiriya Lezgîn di çend rojên dawî de li El Faşerê bi dehan sivîl hedef girtiye û navendên bijîşkî û dermanxaneyan talan kiriye. Rêxistinê, bang li Neteweyên Yekbûyî û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê kir ku demil dest ji bo parastina sivîlan û xebatkarên tenduristiyê tedbîran bigrin û daxwaz kir ku kesên berpirsiyarê van binpêkirinan li pêşiya edaleta navneteweyî hesab bidin.