840 Iraqî ji Kampa Holê derketin

Vegera penaberên Iraqî yên di kampa Holê de dewam dike. 840 penaberên din berê xwe dan Iraqê.

Navenda Nûçeyan – Di çarçoveya koordîneya hevbeş a di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Komîteya Ewlehiyê ya Koçberan a girêdayî meclisa Iraqê de, beşek din a penaberên Iraqî ji kampa Holê derket. Penaber bi karwanekî vê sibê ji kampa Holê ber bi Iraqê ve derketin rê.

Karwanê penaberan ji 249 malbatan ango ji 840 kesan pêk tê. Penaber dê di kampa Ceda ya parêzgeha Nînewayê ya Iraqê de werin bicihkirin. Karwan di bin çavdêriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî derkete rê.

Ji destpêka salê ve 13 karwanên penaberên Iraqî ji kampa Holê derketine.

Ji sala 2021’an ve Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi awayekî koordînekirî bi hikumeta Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî re penaberên Iraqî yên di kampa Holê de, li ser daxwaza wan ji kampê derdixe.

Di kampa Holê de bi deh hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê yên ji welatên Ereban û gelek welatên din hatine bicihkirin. Ji ber wê wek kampa herî metirsîdar a cîhanê tê binavkirin.